
Di herdu rojên destpêkê yên hemleya Xezeba Firatê de, atmosfera bipêşketin û serkeftinê serwer bû. Nûçeyên doh jî dewama vê çûnê piştrast kir.
Berî ku pêngeva Xezeba Firatl bê destpêkirin, ji bo rizgarkirina herêma Reqqa ji çeteyên DAIŞ’ê, rêgirtina li pêşiya komkujiyên DAIŞ’ê û peydakirina rê û cihên bi ewle ji bo derketina sivîlên di hundir herêmê de amadekarî hatin kirin. Di heman demê de ji rêxistinên alîkarî û mirovî hat xwestin ku erkên xwe yên pêşberî sivîlên Reqayê pêk bînin.
Perspektîfa destpêkirinê derket
Şervanan agahî wergirt, fermandaran perspektîfa amadebûn û destpêkirina hemleyê da. Li vir şervanan bi gerandina govendê li ber stranên gelêrî û stranên mizgîniya rizgarkirina Reqqayê dest bi amadekariyan kir.
Di 24 seatan de ji 2 baskan ve bêhtirî 10 km
Di destpêka hemleya Xezeba Firatê de, di nava 24 saetan de şervan ji aliyê Eyn Îsa û Silûkê ve 10 kîlometroyan bi pêş ve çûn û gundên Wehîd û Um Sefa û mezreyên Qurtace, Waste, Heran, Cere, Irêqat û Kerzan rizgar kirin.
Li gundê Leqta yê 14 kîlometroyan li başûrê gundê El-Qenterî û 45 kîlometroyan li bakurê bajarê Reqayê ye, şerên dijwar rûdan. Di şer de serê pêşî 10 çete hatin kuştin, erebeyeke doçke li ser hat rûxandin. Her wiha şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê benda kontrolê ya gundê Leqta ya stratejîk ku xeta girîng a parastina çeteyan bû, doh karîbû rizgar bike. Di şerê li vir de hejmarek çete hatin kuştin. Her wiha şervanan erebeyeke çeteyên DAIŞ’ê teqand.
Bi rizgarkirina Leqtayê re şervan ji vî baskî ve ketin tevgerê û di nav 2 rojan de 14 kîlomeytroyan bi pêş ve çûn.
Gund û gudik dîsa şên dibin
Gund û gundikên hatine rizgarkirin ji aliyê eskerî ve xwedî cihekî stratejîk in. Lewma çeteyên DAIŞ’ê ew wek “Xeta parastina paytexa xîlafetê” bi nav kiribûn. Çete li vir kom dibûn û êrîşî xetên parastinê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li bajaroka Eyn Îsa, Silûk û bajarê Girê Spî dikirin.
Dema ku çeteyên DAIŞ’ê nekarîn li pêşiya pêşveçûna şervanên Xezeba Firat rawestin, dest bi êrîşên xwekujiyê kirin. Li vir di êrîşa yekemîn de benda kontrolê ya gundê El-Leqte hedef girtin û xwe di nav komeke bazirganên Heleb û Şamê de teqandin. Di encamê de hejmarek bazirganan jiyana xwe ji dest da.
Dîsa li gelek nuqteyên din êrîş pêk anîn, lê şervanên Xezeba Firatê ew êrîş bê bandor kirin yan jî beriya tirimpêlên bombebarkirî bigihîjin encamên xwe ji dûr ve teqandin.
Êrişên li dijî gundên rizgarkirî
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşan her li dijî herêmên ji aliyê şervanên Xezeba Firat ve rizgarkirî dewam dikin bi awayekî bêhude. Li hemberî van êrîşan şervan bê navber bi pêş dikeve.
Hêjayî bîrxistinê ye, çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an de bajarê Reqayê dagir kir û weke navendek xwe ya sereke diyar kir. DAIŞ’ê bajar kir “Paytexta Xîlafetê”.
Li ser banga şêniyên bajarê Reqayê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk dest bi hemleya Xezeba Firat a rizgarkirina Reqayê kirin.
Şer li gundê Maliha dijwar e
DAIŞ a bi hemleyê çikestî bi êrîşên li dijî Rojava dixwaze, hemleyê kêm tesîr bike, lê bîhtir derban dixwe. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya dijî gundê Maliha bersivandin û derb li çeteyên êrîşkar xistin.
Nûçegihanên li deverê ragihandin ku di encama şer de şervanên YPG’ê gelek çete kuştin û hejmarek mezin ji cenazeyan bi dest xistin. Lê hijmarek zelal a kuştiyên çeteyan nehat zanîn. Şerê li herêmê heta amadekirina nûçeya me di bin kontrola û bi serdestiya YPG´ê dewam dikir.
Em ê dor li çeteyan bigirin
Fermandarê Giştî yê Lîwa Siqûr El-Reqa, Feyad El-Xanim got, armanca sereke ya ji hemleya ′Xezeba Firatê′ ew e ku şêniyên Reqayê ji çeteyên DAIŞ′ê bêne rizgarkirin.
Feyad El-Xanim ji şêniyên Reqayê xwest ku dûrî nuqteyên çeteyên DAIŞ′ê bisekinin, ji ber ku nuqteyên çeteyan ji aliyê hêzên wan ve wê hedef werin girtin. El-Xanim da zanîn ku di destpêka hemleyê de, bajarê Reqayê wê ji her aliyan ve were dorpêçkirin.
HOGIR NECAR / ANHA / REQA