Şervanên Oteya Çalakiya Pêngava Xezeba Firatê yên ji bajarokê  Eyn Îsa dest pê kir gundê Twêlia bi tevahî ji çeteyan paqij kir. Li heman eniyê gundê Grê Damir û 3 mezrayên girêdayî wê yên 16 km dûrî Eyn Îsa pêr êvarî ji çeteyan paqij kirin. Piştî vê yekê jî gundê Tiwêlia hate dorpêç kirin û piştî şerê pêk hat ev gund jî hate bidestxistin. 

Baskê operasyonê yê ji Slûkê dest pê kiribû jî bi rizgarkirina gundên nû re xeta Xinêz bi tevahî ji çeteyan paqij kirin. Di tevgera baskê opeasyonê de gundên Xinêz û Suls Xinêz ên 28 km dikevin bakûrê Qenteriyê hatin dorpêç kirin. Piştî tevgera leşkerî û pevçûnan doh danê êvarî ev herêm hatin bidestxitin û xeta Xinêz hate paqijkirin. Piştî vê yekê doh danê êvarî şervanên Odeya Pêngava Xezeba Firatê gundê Tel Seman dorpêç kirin û di demeke kurt de xistin bin kontrolê. Bi vê yekê re pêşketina ber bi Reqayê ve gihişte ber qanala Rey û Qariya Ermeniya. 

Silo: 550 km2 ji çeteyan paqij bûye

Berdevkê Fermî yê QSD’ê Mîralayî Telal Silo di hevpeyvîneke bi ANHA’yê re agahiyên derbarê pêşketinên hemleya Xezeba Firatê û bandora wê li ser hevsengiyên siyasî yên qada Sûriyê parve kirin.

Mîralayî Silo di destpêka axaftina xwe de bibîr xist ku hêzên wan heya niha firehiyek bi qasî 550 Km2 ji bejahiya bakurê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Telal Silo di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê, wê di diyarkirina hevsengiyên siyasî yên qada Sûriyê de xwedî bandorek mezin be û got: “Girtina dosyaya terorê li Sûriyê, wê bihêle ku hemû aliyên vî şerî werin ser maseyekê û li çareseriya vê aloziyê bigerin.” 

Mîralayî Silo destnîşan kir ku rizgarkirina hêzên wan ji Reqqayê re tê wateya ku çareyek ji Sûriyê bi temamî ji terorê rizgarkirî ye û di bin sîwaneya hêzek demokrat de ye. Li gora Silo ev ê bihêle ku “Danûstandinên rasteqîn û avaker li Sûriyê pêk bên. Hêzên me jî dê aliyekî van danûstandinan bin. Ji ber ku wan ev xak rizgar kirine û ew aşîtiyê li Sûriyê diafirînin”.

Bangek ji şêniyên Reqqayê re…

Mîralayî Silo di dawîkirina vê xalê de bang li şêniyên Reqayê kir ku “Mîna me deverên din ên Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, em ê bajarê we Reqa jî rizgar bikin. Hun ê bi xwe meclîsên bajarê xwe ava bikin û bajar birêve bibin. Em zarokên yek welatî ne û birayên vê axê ne. em bi hêvî ne ku hemû şêniyên Reqqayê piştgiriya vê hemleyê bikin û dest bidin hêzên me da ku tevahî Sûriyê ji çeteyan rizgar bikin”.

Piştgiriya Koalîsyona Navnetewî 

Telal Silo di dawiya hevpeyvîna xwe de bibîr xist ku Koalîsyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê piştgiriyek bihêz da vê hemleyê û got: “Heya niha li gorî plana hemleyê Koalîsyona Navnetewî jî piştgiriya hewayî û cebilxaneyê digihîne hêzên me. Em hêvîdar in ku dayîna piştgiriyê wiha dewam bike, da ku em karibin pêşveçûna xwe mayînde bikin” 


 REQA