Piştî ku Şervanên Odeya Çalakiyê ya Hamleya Xezeba Firatê ketin taxên pêşî yên navbajarê Tebqayê, şervanên Minbica azad jî tevlî nav refên hêzên rizgarkirina Tebqayê bûn. Qonaxa Çaremîn a Hemleya Xezeba Firatê di roja 6´an de dewam dike. Di çarçoveya hamleyê de doh 3 gund û 4 gundik ji çeteyên DAIŞ´ê hatin rizgarkirin.

Şervanên Minbica azad bi nan û xwê ne

Meclîsa Eskerî ya Minbic (MEM), bi armanca destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 200 endamên xwe şandin herêma Tebqayê.

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê dewam dike. Piştgiriya şervanên QSD’ê jî roj bi roj zêdetir dibe. Şervanên bajarê Minbica azad jî, ji bo rizgarkirina bajarê Tebqayê tevlî pêngavê bûn.

Doh danê êvarî 200 şervanên MEM´ê tevî çeken xwe gihiştin herêma Tebqa û ber bi navenda bajêr ve bi rê ketin.


‘Me alîkariya şervanên QSD’ê 

ji bîr nekiriye’

Fermandarê MEM´ê, Givara Minbic, armanca hatina wan a meydana şer wiha vegot: “Şervanên QSD’ê ji bo rizgarkirina Minbicê gelek alîkariya me kirin û me bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ´ê paqij kir. Me ev alîkariya wan ji bîr nekiriye. Niha jî gelê Tebqayê li hêviya azadkirinê ye. Weke MEM´ê, me jî pêwîst dît ku piştgiriya şervanên QSD’ê bikin û ji bo rizgarkirina Tebqayê û tekoşîna li dijî DAIŞ´ê bi wan re bibin alîkar.”

Fermandar Givara her wiha diyar kir ku ger pêwîst bike, ew ê zêdetir şervanan bînin tevlî pêngava rizgarkirina Tebqayê bikin.

Şervanan li Tebqayê 20 çete kuştin

Şervanên QSDʹê li bajarê Tebqa, bi pêş ve diçin. Di şer de bi qasî hat tesbîtkirin, 20 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA´yê, ji  pêr bi şev heta doh êvarê hêzên QSDʹê li bajarê Tebqa ji rojava 500 û ji rojhilat ve 500 metroyan bi pêş ve çûne. Piştî vê nûçeyê înternasyonalîstê Swêdî yê di nava QSD´ê de, Jesper Soder bi peyamên Twitter da zanîn ku di nava bajarê Tebqayê de hêzên QSD´ê ji rojava ve 500 metroyî û ji rojhilat ve 800 metroyî bi pêşketine.

Di şerê pêr bi li nava bajêr de zêdeyî 10 çeteyan hatine kuştin. Termê  kuştiyên çeteyan hîn jî li meydana şer in. Çervanên QSDʹê 4 nuqteyên nû yên çeteyan bi dest xistin.

Li aliyê balafirgeha Tebqayê jî tevgera çeteyan hebû. Balafirên Koalîsyona Navdewletî grûpên çeteyan bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de jî herî kêm 10 çete hatin kuştin.

3 gund û 4 gundikên din rohniya rojê dît

Li aliyê din şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de 3 gund û 4 gundik ji çeteyan rizgarkirin.

Qonaxa çeremîn a Hemleya Xezeba Firatê di roja xwe ya şeşan de dewam dike. Di şerê pêr sibehî ve heta doh de li derdora gundê El-Rîhaniyan û Kebeş ku li  rojavayê bejahiya Reqqayê ne, û li gundê El-Mişêrfe ku li başûrê Reqqayê ye, Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ev hersê gundên navbirî û 4 gundik ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê piştî rizgarkirinê operasyona paqijkirinê da destpêkirin. Di encamê de li gundên Kebeş çeka kilaşinkov, BKC, topa RPC, dûrbînek, bêtêlek, miqdarek cebilxane hatin bidestxistin. Her wiha termê 4 çeteyan kete dest şervanan.

Li gundê Mişêrfa yê li başûrê Reqqayê termê 13 çeteyan û miqdarek çek û cebilxane kete destê şervavên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê.

Ji destpêka pêngava çaremîn ve şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê 10 kîlometreyan bi aliyê bakûrê Reqqayê pêş ve çûn. 


 REQA