Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê di roja xwe ya 5’emîn de didome. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di vê navberê de firehiyek mezin ji gundewarên bakurê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Nûçegihanên ajansa me ku hemleyê ji nêz ve dişopînin, ragihandin ku şervanên Xezeba Firatê ku li eniya Eyn Îsa pêşve diçin, duh piştî ku gundê El-Heyawî rizgar kirin, pêşveçûna xwe domandin. Şeva din heya seatên vê sibehê şervan 10 km din pêşve çûn. Bi vê yekê re, li vê eniyê ji destpêkirina hemleyê heya niha Xezeba Firatê 25 Km pêşve çûye.

Nûçegihanan da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê îro di seat 09.00’an de bi tirimpêleke bombebarkirî êrîşî bereyên şervanên Xezeba Firatê yên li rojavayê gundê El-Heyawî kirin. Şervanan tirimpêl 500 m dûrî bereyên xwe teqandin.

Nûçegihanên me yên li eniya Eyn Îsa dimînin, ragihandin ku şeva din şervanên Xezeba Firatê li vê eniyê gundê El-Mecîd û 3 mezreyên din ên li rojhilatê Eyn Îsa ji çeteyan rizgar kirin.

Pevçûnên li van herdu eniyan didomin.

Duh şervanên Xezeba Firatê gundên Ebdullah, El-Etiye, Celîl, El-Qedriye û Ebdullhadî yên li başûr rojhilatê Eyn Îsa û gundê El-Heyawî yê li başûrê Qenterî ji DAIŞ’ê rizgar kiribûn. 

YPG: 26 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG′ê daxuyakirina ku piştî destpêkirina hemleya ′Xezeba Firatê′ ya rizgarkirina Reqqayê, êrîşên arteşa Tirk ên li ser noqteyên şervanan û  xaka Rojava zedetir bûne. Herwiha YGP’ê ragihandin ku 26 çete jî hatine kuştine.

Di daxuyaniyê de ji raya giştî re ev agadarî tên parvekirin; ″Piştî ku hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê despê kir, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser noqteyên şervanên me û axa Rojava zêdetir dibin, di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk şeva 8′ê mijdarê, ji du cihên cûda êrîş bir ser çeperên hêzên me. Yekemîn ji van cihan Dola Kel Hesenakê ya giredayî Tirbespiyê ya din jî navendek ya li herêma Mele Ebbas ya dikeve navbera Tirbesipîyê û Çilaxa ye. Hêzên me di her du êrîşê de jî bersiv da leşkerên Tirkan. Piştî bersivdayina hêzên me leşkerên Tirk ji qadê bûyerê revîne.

Dîsa Arteşa Tirk li ser xeta sînor a dikeve navbera Qamişlo-Tirbespiyê tang û maşîneyên zirxî bi cih dike.

8′ê Mijdarê saet derdora 14.00’an de çeteyên DAIŞ’ê carek din êrîş birin li ser gundê Malha yê giredayî Şedadê ya ku beriya rojek derbên giran xwaribûn. Çeteyan bi hemû cûrên çekên giran û maşîneyên zirxî yên ji bo vê êrîşê amade kiribûn ve bi awayekî dijwar êrîşî çeperên hêzên me kirin.

Hêzên me di cih de bersivê êrîşê çeteyan da û şerên giran li vê herêmê rû da. Û bi van şeran êrîşê çeteyan bi temamî hatin şikandin.

Qasî hat zelalkirin di encama vê şerî de bi giştî 26 çete hatin kuştin.

Termê 16 ji van çeteyan ketin destê hêzên me û 5 termê din jî di bin serweriyê hêzên me de ye. Dîsa di encama vê şerî de hêzên me 1 panzer, 1 maşîneya zirxî, 3 BKC, 2 kleş, 3 roketavêja B7 (RPG) bi dest xistin.

Di vê şerî de hevalekî me ku bi lehengî şer kir û pêşiya êrîşê çeteyan girt gihiştiyê şehadete.

Çeteyên giredayî Koalîsyona Sûrî şeva 8ê Mijdarê ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Maranez a Efrînê.” 


REQA