Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di çalakiyên li Colemêrg û Dersimê yên li dijî artêşa Tirk bi dehan polîs û tîmên taybet hatin kuştin. 

HPG’ê diyar kir ku li Şemzînanê herî kêm 11, li Geverê 12 û li Dersimê jî bi kêmanî 4 polîs hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş didome û di vê çarçoveyê de hêzên wan li Şemzînan, Gever û Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine û HPG’ê got: “ Hêzên me 9’ê Tîrmehê li dijî wesayîta bi zirx a di navbera Şemzînan û qereqola Şapatanê digeriya, li nêzî taxa Meydanê çalakiyek li dar xistiye. Ev wesayîta zirxî ya Ejder îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 11 leşkerên tîmên taybet hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi gelek ambûlans û wesayîtên sîvîl, leşkerên mirî ji qadê derxistine.


Li Geverê 12 polîs binax bûn

Li ser çalakiya xwe ya li Geverê HPG’ê diyar kir ku 12 polîs kuştine û got: “ 8’ê Tîrmehê hêzên me li dijî nuqteya polêsan a di têketina Geverê de çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me ji 3 aliyan li dijmin dane, 2 mewzî îmha bûne, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 12 polîs hatine kuştin û 4 polîs jî birîndar bûne.


Mirin bû para çar polîsên sivîl jî

Di daxuyaniya xwe de HPG’ê diyar ki ku li Dêrsimê 4 polîsên sivîl ketine hedefa wan û got: “Hêzên me li Dersimê wesayîta polîsan a Connet a gerînendetiya emniyetê ya Pulumurê 4 rojan xistine bin kontrola xwe û 8’ê Tîrmehê li dijî vê wesayîtê li ser riya Erzîncanê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Wesayît îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 polîsên sivîl hatine kuştin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN




Ne ti gur bûn!


Çekên ku hêzên gerîla li Tendurekê ji ser eskerên Tirk ên di şer de hatî kuştin, rakirin, bi dîmenan hatin nîşandan.  

Hewldanên dewleta Tirk ên ku ji destpêka havînî ve ji bo dagirkirina çiyayê Tendurekê dewam dikin, bi derbên giran ên gerîla li eskerên Tirk ên dargirker xistî bi encam bû. 23´yê Gulanê di encama derbên gerla de 45 esker hatibûn kuştin. Di daxuyaniya HPG´ê de beriya niha behsa sîlehên ji eskeran rakirî jî hatibû kirin. Ajansa nûçeyan ANF´ê niha dîmenên van sîlehan weşand. Di dîmenan de gerîlayê ku sîlehan dide nasîn, di nava axaftina xwe de dema kîsekî xewê yê eskeran nîşan dide, dibêje, “Tendurek ji bo eskerên Tirk diyar e gelekî sar bûye.”  Li cihekî din jî dema ku montê fermandeyekî nîşan dide dibêje, “Ev Tokatê ye, Kurtlar (gur) jî dinivîse, lê me dît ka ew çi gur bûn”.

Di nava sîlehên gerîla ji ser eskeran rakirî de, Çekeke BKC a Rûs, 4 şerîtên vê çekê (2 şerîtên ji bo 100 fîşekî, 2 şerîtên ji bo 50 fîşekî), çeka bombeavêj X 46 a 40 mm’yî, 6 bombeyên vê çekê, çeka bi tîpa HK33E/A3, kamerayeke Termal. 


 ANF / NAVENDA NÛÇEYAN