
Hêzên dewleta Îran a kujêr ne hiştin welatiyên Kurd yên li Kirmaşanê ku xwestin bi cil û bergên Kurdî û pankartên bi Kurdî daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayîk dikin, bikevin qada mîtînga namzetê serokomariyê Hesen Ruhanî.
Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewleta Îran a kujêr di dema mîtînga bangeşeya hilbijartinên serokomariyê ya Îranê de li Kirmaşanê êrîş birin ser welatiyên ku bi cilên Kurdî û pankarta daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê dikin. Nûçe cih dide van agahiyan: “Dema pêr namzetê reformîstan yê serokomariyê Hesen Rûhanî, xwest li bajarê Kirmaşanê mîtînga hilbijartinê li dar bixe, çend çalakvanên Kurd bi cilên Kurdî û bi pankartên daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê dike, xwestin bikevin cihê mîtîngê li rastî astengiya hêzên rejîma Îranê hatin û dest danîn ser pankartên wan.”
Di nûçeyê de têgotin ku li ser pankartê wiha tê nivîsîn: “Em dixwazin madeya 15’an ya destûra bingehîn were bi cih anîn. Em dixwazin di dibistanên Kimanşanê de perwerdehiya bi zimanê Kurdî were dayîn.”
Destûr ji bo Kurdî nayê dayîn
Di xala 15’an a destûra bingehîn ya dewleta Îslamî ya Îran a kujêr de wiha tê gotin: “Zimanê fermî yê welat Farisî ye. Lê mafê hemû neteweyên din yên Îranê heye ku li kêleka zimanê Farisî zimanê dayîka xwe di medya, ragihandin û di qada perwerdehiyê de jî bi kar bîne.”
Hêjayî gotinêye ku yek ji dirûşmên Hesen Rûhanî yên hilbijartina beriya niha û vê hilbijartinê jî temînkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê ye. Lê di van çar salên derbasbûyî de ti hewldan ji bo yekê nehatine dayîn û di mîntînga herî dawî de jî hêzên wan pankarta daxwaza zimanê dayîkê dike, asteng kir.
KIRMANŞAN