Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyeke nivîskî berpirsyariya çalakiya li Efrînê da ser milê xwe. Xezeba Zeytûnê di daxuyaniyê de bal kişand ser armanca çalakiyê û got; “Di çarçoveya çalakiyên me yên tolhildanê de yên li herêmên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye, çeteyên li Efrîn, Îdlib, Ezaz û herêmên din ên dagirkirî êrişî gelê me dikin wê timî bibin hedefa hêzên me. Êdî wê ji cezakirinê nikaribin rizgar bibin û metirsiya jiyana wan wê her kêliyê zêde bibe.”

Em soz didin gelê xwe

Li ser çalakiya roja pênşemê ku li Efrînê pêk hat jî ev agahî da;”Hêzên me ji bo bersivê bidin sûcên ku dewleta Tirk û komên wê yên çete, di 11’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî çeteyên Cebhet El Şamiya û qaşo polîsên wan ên li ber Navenda Perwerdeyê bi wesayiteke bombebarkirî çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 16 çete hatin kuştin 19 çete jî birîndar bûn. Em careke din bang li sivîlên li herêmên dagirkirî dikin ku xwe ji qadên leşkerî yên artêşa Tirk û çeteyan vegirin. Çalakiyên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê yên li dijî çeteyên ku xaka Efrînê qirêj kirine û xwîna gelê sivîl dirijîne wê bidomin. Em careke din soz didin gelê xwe ku em ê li pêşberî dagirkeran paş ve gav neavêjin”

 

ANF/EFRÎN