Xirabtirîn roj di îdareya Trumpî de
Şêwirmendê berê yê ewlekariya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) John Bolton, di çarçoveya pirtûka xwe de ku behsa bibîranînên xwe yên li Qesra Spî dike, gelek caran behsa Kurdan jî dike.
Di kitêba bi navê “The Room Where It Happened (Odeya ew lê qewimî)” de John Bolton dibêje, ”Wiha dixuyê ku Erdogan baş didît ku DAIŞ ji nav biçe, lê dijminê wî yê rastî Kurd bûn.”
Bolton wekî din dibêje, 14´ê Kanûna 2018´an Trump û Erdogan bi rêya telefonê axivîne, ”Trump got, divê em ji wê derê derkevin, û tirsa min ew bû, ku wê gotinê bi awayekî yekser ji Erdogan re bibêje. Erdogan got, Tirkiye dixwaze ji dest DAIŞ û PKKê rizgar bibe, bi nêrîna min, mebesta Erdogan ji “PKKê”, şervanên Kurd bi giştî bûn. ”
Ew li ser mijarê paşê wiha dewam dike: ”Roja 18´ê Kanûnê... min, Mattis, Dunford û Pompeo me li hev kir ku em hevpeymanên xwe agahdar bikin da ku xwe ji bûyereke em li bendê re amade bikin. ... Piştî nîvroya wê rojê ez li Koşka Spî bûm û Macron telefon kir ... Trump bersiv da û got, êdî şerê me li dijî DAIŞ´ê bi dawî bûye û Dewleta Tirk wê şerê çekdarên DAIŞ´ê yên mayî bike. Macron lê vegerand û got, bala Tirkiyê li ser êrişkirina Kurdan e û ligel DAIŞ´ê jî amade ye li hev bike. Macron li ber Trump geriya, da ku artêşa Emerîkî ji Sûriyê venekişîne û jê re got, di demeke kurt de em ê serketinê bi dest bînin û lewma jî divê em vî karî bi dawî bînin. ... Ron Dermer, sefîrê Îsraîlê yê li Emerîkayê jî ji min re got, ev xirabtirîn roj bû di serdema îdareya Trumpî de.”
Li gorî Bolton, Trump ji Erdogan re gotiye pirraniya Emerîkiyan ji Kurdan hez dikin. Ji bo wê jî Erdogan jî daye xwe ku îsbat bike Kurd hez ji wî jî dikin.
Bolton li cihekî kitêbê dibêje, “Erdogan difikire ku Kurdê herî baş, Kurdê mirî ye. General Dunford jî dizanî ku armanca Tirkiyê, ew e ku Kurdan ji deverên li ser sînor bike der...”
Bolton di beşeke din a kitêbê de behsa nexşeyeke James Jeffrey hazirkirî dike ku tê de deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Tirkiye dagir bike. Lê Dunford û wî qebûl nekiriye ti neheqî li Kurdan bê kirin pê hebûneke Tirkan ya eskerî û yeke din jî li wan deveran hebe.
Li cihekî din jî Trump bi nebaşî behsa Kurdan dike, dibêje, ”Kurd ji Iraqê direvin, ji Tirkiyeyê direvin. Tenê ku em bi F18´an hawîrdorê bombe dikin narevin.” NAVENDA NÛÇEYAN