Di meşê de qirkirina Êzidiyan, Xiristiyan û hindikahiyên din ji aliYê DAIŞ'ê ve, hat şermezarkirin. Yekîtiya Xiristiyanên Rojhilatî ya li Awûstûryayê, qirkirina DAIŞ'ê li Başûrê Kurdistanê dike, bi meşekê protesto kir. Meş, tevî Suryanî, Asûrî, Ermenî, Yewnan û Sûriyeyî ji aliyê gelek rêxistinên olî ve hat organîzekirin. Li gel organîzatorên meşê, sazî û dezgehên Kurdan, komeleyên Êzidiyan, komeleyên Elewiyan, civata Çandê ya Tirkên li Awûstûryayê jî destek dan. Di meşa bi beşdariya 800 kesî de nûnerên sazî û dêran bi zimanên cuda axaftin kirin û dûa xwendin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku DAIŞ bi êrîşkirina bawerî û mirovên ji qewmên cuda re, sûcê li dijî mirovahiyê dike. Hat ragihandin ku divê di sedsala 21'an de êdî zilmeke bi vî rengî neyê jiyîn û bêdengiya cîhana Rojava li pêşberî êrîşên DAIŞ'ê hat rexnekirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku pêwîste ev bêdengî tavilê biqede û hat destnîşankirin ku girîng e ji gelên bi qirkirinê re rû bi rû ne alîkarî bê dayîn. Axaftvanan wekî din dan zanîn ku divê rola Tirkiyeyê ya di van êrîşan de bê dîtin û anî ziman ku baweriya Xiristiyanan û Êzidiyan aştiyane ne û dixwazin hemû ol, gel û komên etnîkî bi hev re di nava aştî û aramiyê de bijîn.
Ji Suryaniyan çalakiya mezin
"Komîteya ji bo Xiristiyanên li Rojhilata Navîn" ku ji aliyê 12 rêxistinên Asûrî-Suryanî-Keldanî, federasyon û dêrên xwedî 150 hezar endamî ne, bi armanca şermezarkirina çeteyên DAIŞ'ê û piştgirîdayîna Suryanî û hindikahiyên din ên li Iraq û Sûriyeyê, duh li Meydana Medborgarplatsen a Stockholmê protestoyek lidar xist. Protesto bi beşdariya 6 hezar kesî pêk hat. Axaftvanan xwestin ji Asûrî-Suryaniyên li Nînovayê mafê xweseriya ewle bê naskirin û ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku welatên destekê diin çeteyên DAIŞ'ê û wan fînanse dikin werin tespîtkirin û li hemberî wan pêkanîn bê kirin. Di çalakiyê de her wiha beşdaran tîşortên bi tîpa N ya alfabeya Erebî li xwe kirin, ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo bên naskirin ev tîp li ser mal û kargehên Xiristiyanan nivîsandibûn.
Wezîrê Perwerdeyê yê Swêdê û lîderê Partiya Gel Jan Bjorklund di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku hemû nîşaneyên rûdana qirkirinê li Iraqê hene û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku dest li rewşê werde. Bjorklund ragihand ku mafên mirovan ji bo Xiristiyanên li Iraq û Sûriyeyê dijîn jî derbas dibe û got, "Divê em li hemberî terorîzmê ti carî paşve gavan neavêjin." Wezîra Yekîtiya Ewropayê Birgitta Ohlsson jî bi zimanê Suryanî xwepeşandêr silav kir û diyar kir ku 50 hezar Êzidî li Çiyayê Şengalê asê mane, 300 hezar kes neçar mane ji Nînova koç bikin, li Şengalê jiyana 300 hezar malbatî di xeteriyê de ne û anî ziman ku eger rewş bi vî rengî dewam bike wê li Iraq û Sûriyeyê Xiristiyan nemînin.
NAVENDA NÛÇEYAN