Nexasim di vê cejna ku destpêka biharê tê pîrozkirin de goşt nayê xwarin û tenê berhemên xwezayê têne serfkirin. Ev cejin û munasebet ji cejnên olî zêdetirîn, wekî demên çandiniyê tên naskirin. Cejna Xizir Ilyas û Xizir Nebî jî yek ji van cejnan e û bi rê û resmên taybet ku girêdan û parastina xwezayê diyar dikin, tê pîrozkirin.


Tarîxa cejnê

Li herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê û devera Cereh a Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê, li gorî salnameya Rojhilat di rojên pêncşem û înê ya hefteya yekemîn a meha sibatê de, li gorî salnameya zayînê jî di rojên yekem ên pêncşem û înê yên piştî 14’ê sibatê de tê pîrozkirin. Bawermendên ola Êzdayetiyê yên herêma Efrînê jî di herdu rojên destpêka meha sibatê de û li gorî salnameya rojhilat pîroz dikin.
Ev cejin ji bo bîranîna Xizir Ilyas û Xizir Nebî bi navê wan tê zanîn. Ji ber ku girêdana Ilyas û Nebî bi bi xwezayê û parastina wê re gelekî zêde bû, ev nav li cejnê hatiye kirin. Di Êzdayetiyê de Xizir Ilyas û Xizir Nebî wekî pêxember tên qebûlkirin û herdu birayên hev in. Her wiha gora wan jî li Laleşê ya Başûrê Kurdistanê ye. Di destpêka meha sibatê de şeş cureyên tovên berhemên çandiniyê ku bi navê “Berê Cot” tên naskirin, tên komkirin. “Berê Cot” ji genim, ceh, nok, garis û hwd. pêk tê. Piştre jî ev dendik tên li hevxistin û tên qelandin. Ji wan re jî “Qelandik” tê gotin. Piştî ku tê sarkirin ji aliyê jinan ve bi destar tê hêrandin û piştre tê bêjingkirin, di roja cejnê de jî tê xwarin.

Pêncşem û Înê
Di rojên pêncşem û înê de “Bêxwîn” ango xwarina xwezayî ya bê goşt, tê amadekirin. “Bêxwîn” ji dendikan, dimsê şêrîn û avê pêk tê. Piştre tê strandin heta ku rengê wê qehewyî vedigere. Her wiha nanê “Şilik” yê ku tenê ji ard û avê pêk tê ji aliyê êla “Xalta” ve tê çêkirin, tê amadekirin. Hevîrê ku tê amadekirin li cîranan tê belavkirin. Derbarê belavkirinê de jî tê gotin ku ji ber bandora wê ya olî, dema tê belavkirin wiha tê gotin: “Xêra xwe belav bike û li ol û mezheba wî nepirse. Xizir Ilyas û Xizir Nebî kesê ne li mala xwe be, para wî tê de nebe” Di destpêka meha sibatê de li gorî salnameya rojhilat bawermendên ola Êzdayetiyê xwarina goştê ajalan heta destpêka meha adarê li xwe heram dikin. Ji ber ku ev dem dema zêdebûna ajalan e.

TIRBESPIYÊ