
Li 35 gundên girêdayî Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve bi şîara “Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê ya li her cihî dikare bigihêje her kesî” dest bi xebatên tenduristiyê hat kirin. Di çarçoveya xebata duh hat destpêkirin de kontrola tenduristiyê ya hatiye plankirin di mehekê de biqede, amûra mobîl, ambulansek, laborantek, 2 hemşîre, 2 teknîkerên tenduristiyê û personelên ji bo alîkariye yên girêdayî Navenda Tenduristiyê ya Gel a Bîşenk hatin wezîfedarkirin. Tevayî xizmeta ku bi zimanê Kurdî wê bê kirin ji gundê Arnabat destpê kir. Di xebata ku şaredarê Cizîrê Mustefa Goren û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de bûn bi karwanekî wesayetiyan ku ekîbên tenduristiyê çûn gund bi coşeke mezin ji aliyê gundiyan ve hatin pêşwazîkirin
Li gundan nexweşxaneyên biçûk
Ji aliyê Navenda Tenduristiyê ya Gel a Bîşenk ve ku li gund polîklînekeke biçûk hat avakirin, piştî muayaneyê li gorî reçeteyên doktor ekîbên tenduristiyê dermanên bê pêre dan nexweşan. Yek ji niştecihê gundê Arnabat Halîl Şahîn kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku heta îro dewletê tiştekî wiha ji bo wan nekiriye.
Jina bi navê Hanîfe Şahîn a 70 salî jî ku kêfxweşiya xwe anî ziman got ku heta niha bi qasî îro bi rehetî derdên xwe bi zimanê xwe ji doktoran re negotibû.
‘Gelek projeyên me hene’
Doktorê Navenda Tenduristiyê ya Gel a Bîşenk Serdar Kunî jî da xuyakirin ku ji sala 2010’an ve ji bo gelê Cizîrê xizmeta tenduristiyê bi zimanê Kurdî didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo tenduristiya gelê me gelek projeyên me hene. Yek ji wan ku xizmeta tenduristiyê ya li 35 gundan e û me kiriye pratîkê.”
Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren jî ku têkildarî xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê Kurdî û bê pere got ku wezîfeya herî bingehîn xizmeta ji bo gel e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em xizmetên tenduristiyê dibin ber lingên gelê xwe. Bi vî awayî hîn bi leztir em ji nexweşiyan re dibin bersiv. Gelê me jî bi zimanê xwe pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji doktoran re dibêjin. Me dixwest ji bo gelê xwe yê Rojava jî xizmeteke wiha bikin. Lê ji ber deriyên sînor girtîne em nikarin.”
JİHAT AKÇA/CENGÎZ OGLAGI
/DÎHA/ŞIRNEX
Kêfxweşiya standina sertîfîkayan
19 kesên qursa Kurdî ya Mala Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger a Şaredariya Baglarê qedandin, sertîfîkayên xwe stendin. Qursiyeran bi şahiyekê sertîfîkayên xwe wergirtin. Di şahiyê de Rêveberên Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger, mamostayên Kurdî-Der û xwendekarên qursê amade bûn. Şahî bi bîranîna mamostayê Kurd Ferzad Kemanger ê ku tevahiya jiyana xwe ji bo tekoşîna nasname û zimanê Kurdî daye û ji ber vê yekê ji aliyê rejîma Îranê ve hatî darvekirin, bi deqek rêzgirtina destpê kir. Piştre ji mamosteyên Kurdî-Der’ê Ahmet Yalçinkaya axivî û diyar kir ku armanca wan dewlemendkirina zimanê Kurdî ye û got, “Ez bawerim ku hûnê di jiyana xwe a pêşerojê de xwedî li zimanê Kurdî derkevin û çanda Kurdî biparêzin.” Piştî axaftinan sertîfîkayên 19 xwendevanên qurs qedandine, hatin dayîn.