Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, diyar kir ku li Tirkiyeyê zêdeyî 2 milyon mirov bi tirkî nizanin û nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin. Çelîk xwest ji bo Kurdan mafê zimanê zikmakî yê tenduristiyê li Meclîsê bê lêkolîn kirin. Çelîk, anî ziman ku li Tirkiyeyê 2 milyon mirov bi zimanê tirkî nizanin û mafê wan ê tenduristiyê binpê dibe.
Çelîk, bi lêv kir ku li gorî qanûnê tê gotin ku bêyî cudakariya ziman, nijad, reng, zayend, baweri, raman û felsefe bê kirin, her kes xwedî heman mafê tenduristiyê ye û li pêş zagonan wek hev in. Çelîk, bi lêv kir ku li gorî zagonê Kurd xwedî mafin ku ji zimanê Kurdî ji tenduristiyê sûdê bigirin û li gorî xala 25'an a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, mafê her kesî heye ku bi zimanê zikmakî xismeta tenduristiyê bigirin.


Teşhîs û dermanê şaş 
Çelîk, da zanîn ku di nava sînorê 81 bajaran de 6 herêmên cuda hene. Çelîk, destnîşan kir ku li herêmên 5 û 6'emîn ên di bin berpirsiyariya bi zorê ya hekîm û personelên tenduristiyê de welatî piraniya wan Kurd in û bi tirkî nizanin. Çelîk, bilêv kir ku ji ber xizmeta tenduristiyê û hemû xizmetên cemaweriyê bi zimanê tirkî tê kirin welatî nikarin sûdê ji xizmetê bigirin. Çelîk, da zanîn ku li gorî lêkolînê li herêmê ji 3 welatiyan welatiyek sûdê digire û 2 welatî sûdê nagirin. Çelîk, bibîrxist ku ji ber zimanê hekîman û welatiyan ji hev cûda ye û welatî bi Kurdî diaxivin di navbera doktor û nexweşan de pirsgireka ragihandinê derdikeve. Çelîk, bibîrxist ku ji ber pirsgirêka ragihandinê heye teşhîsa şaş tê kirin û ji ber teşhîsa şaş jî dermankirina şaş tê kirin.Çelîk, destnîşan kir ku li bajarên herêmê 2 milyon mirov tenê bi zimanê Kurdî dizanin û nikarin ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigirin.


Perwerdekirina doktoran 

Çelîk, ji Wezîrê Tenduristiyê pirsa "Ji bo pirsgirêka ragihandinê çareser bike dê çi bike? pirsî. Çelîk ji bo Recep Akdag bibersivîne pirsname da wezîr. Çelik ev pirs pirsîn: "We ji bo pirsgirêka ragihandinê û ziman bê çareserkirin çi xebat û proje amade kirine? Agahiya we ji welatiyên tenê bi Kurdî dizanin û nikarin ji mafê tenduristiye sûdê bigirin heye? Ji bo wan hûn çi dikin? Hûn difikirin ku perwerdehiya Kurdî bidin doktor û personelên ku li herêmê peyvire dikin? Hûn difikirin ku bi zimanê zikmakî xizmeta tenduristiyê bidin?"
Çelîk da zanîn ku li gel pirsgirêkê ziman pirsgirêk baweriyan jî heye. Çelik pirsa "Li Tirkiyeyê çemd cemxane hene?" ji Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag û Serokwezîr Erdogan pirsî. 

ENQERE