
Ji aliyekî ve Odeya Dermanfiroşan ên Amedê kursa ku ji bo dermanfiroşan a zaravayên Dimilkî û Kurmancî ya di çarçoveya kampanyaya "Xîzmeta Tendûristiyê ya bi Zimanê Zikmakî" li dar dixist didomîne, ji aliyê din jî Sekreterê Giştî ya Odeya Dermanfiroşan ên Amedê Sertaç Okay, diyar kir ku proje ji aliyên odeyên dermanfiroşan ên li bajarên herêmê jî tê pejirandin.
Odeya Dermanfiroşan ên Amedê di meha sibatê de ji bo welatiyan bi zimanê zikmakî xîzmeta tendûristiyê bigirin, kampanya dabû dest pê kirin, didome. Di çarçoveya kampanyaya bi navê "Xîzmeta Tendûristiyê ya bi Zimanê Zikmakî" de ji bo 20 dermanfiroş kursa zimanê Kurmancî, ji bo 20 dermanfiroş jî kursa zimanê Dimilkî heta 4 meha hate dayîn. Serketerê Giştî ya Odeya Dermanfiroşan ên Amedê Sertaç Okay derbarê kampanyayê nirxandinan kir û da zanîn ku 2'emîn gava kampanyayê lidarxistina heman kursan a ji bo teknîsyen û kalfayên dermanfiroşiyê ye.
'Dermankirina herî baş ya bi zimanê zikmakî ye'
Okay derbarî sedema çima proje di esasa zimanî zikmakî de hatiye dest girtin agahî da û wiha got: " Em dermanfiroşan, hemû dermanan wekî jehrê dibînin. Bikaranîna rast û pîvana rast dermanê ji jehrîbûnê derdixe û dike derman. Ji bo ku mirov baş bên dermankirin, hewce ne pêvajoya dermankirinê û bi kar anîna dermanan baş fêm bike, ew jî tenê bi zimanê zikmakî pêkan e. Ji ber vê yekê me projeyeke bi vî rengî da destpêkirin. Dema mirov li Amedê dinêre bi piranî welatî bi zaraveyên zimanê Kurdî yên Kurmancî û Dimilkî diaxivin. Me 40 kesên ku tevê kesên dikarin bi van zimanan biaxivîn, kesên heta niha nikaribûn bi van zimanan têkîlî bi nexweşan deynin girt kursên ziman."
'Nexweş ji ber vê rewşê pir kêfxweş in'
Okay anî ziman ku ji dermanfiroşên ku beşdari kursan dibin, agahiyên guhertina têkiliya bi nexweşan dipirsin û wiha axivî: "Bi tevahî li gorî agahiyên ku ketiye destê me, nexweş bi vê rewşê pir kêfxweş in. Gotin ku, êdî nexweş hîn baştir dizane dê çawa dermanan bi kar bîne û dê çawa derman bibe. Ev projeya me li herêmê jî deng veda. Hin odeyên bajarên din ên li herêmê jî vê projeyê ji bo xwe mînak girtin û di demên pêş de ew jî dê bikevin nava xebatekî bi vî rengî. Piştî ku me dest bi vê xebatê kir, me li Amedê anketekî jî da destpêkirin. Di encama anketê de derket holê ku dema bijîşk an jî dermanfiroş bi zimanê zikmakî yên nexweşan têkîlî bi wan nikaribe deyne, pêvajoya dermankirin jî baş nameşe û encamên ku heta diçe mirinê jî derdikevin holê. Ev yek jî diyar dike ku me projeyekî çiqas rast li dar xistiye."
DÎHA/AMED