
Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê şaxê Amûdê di bin dirûşmeya ″Yekîtiya gelê Kurd û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî îro berî sibe″ de li salona Newroz a bajarê Amûdê civînek lidar xist. Di civînê de,, El-Partî, Partiya Şûî ya Kurdistanî, PYD, Partiya Yeklîtiya Niştîmaniya Azad, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî û bi dehan rewşenbîr, amade bûn. Di dawiya civînê de, biryar hat girtin ku di demên pêş de ji bo yekîtiya gelê Kurd û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî, meşek bê lidarxistin.
AMÛDÊ