Endamê Sekreteriya Giştî ya Partiya Lîberal a Kurdistanî li Suriyê Kamuran Husên jî nerazîbûnên xwe anî ziman û wiha got: “Ev biryarek şaş e. Bi vê yekê tê xwestin ku Kurd ji hev bêne veqetandin. Birêz Salih Muslim di çarçoveya xebatên ji bo amadekariyên civîna Cenevreyê de diçû. Lewre jî ev helwesta astengkirinê, di heman demê de li dijî vê xebatê ye û nayê xwestin ku Kurd wekî yek deng û îrade biçin Cenevreyê.
Endamê Dîwana Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) Hekem Xelo jî helwesta PDK’ê şermezar kir û got: Em biryarê şermezar dikin. Ev helwestek li dijî exlaqê mirovahiyê, pîvanên demokrasiyê û yekîtiya netewî ye û biryarek siyasî ye.”
Cigîrê Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Suriyê (El Wehde) Mustafa Meşayix nerazîbûnên xwe bi van hevokan anî ziman: “Ez hêvîdarim ku ev helwest ne biryara rêveberiya herêmî be, tenê helwesta rayedarên deriyê sînor be. Lê biryara rêveberiy herêmê be jî em şaş dibînin û hêvîdarim ku vê biryara xwe biguherîne. Pêdiviya gelê Kurd heye ku deriyên hemû perçeyên Kurdistanê vekirî bin.”
Hevseroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziye Mehemed û di nerazîbûnên xwe de wiha got: “PDK’ê ji mêj ve deriyê sînor li hemberî alîkariya mirovî û bazirganiyê girtiye. Jixwe ev ne tiştekî mirovî ye, lê astengkirina Muslim ji vê jî wêdetir, li dijî yekîtiya gelê Kurd, berjewendiyên Kurdan e. Her wiha ev perçeyek lîstokên li dijî îraya gelê Kurd e. Divê rêveberiya herêmê vê yekê bibîne û helwesta xwe biguhere.”
ANHA /QAMIŞLO