
Mînakên pirzimanî yên cîhanê
Ji bilî Tirkiyeyê li gelek welatên cîhanê perwerde bi pir zimanî tê dayîn. Li Almanyayê rojê 3 û 5 saet perwerdehiya zimanê zikmakî ya mecbûri tê dîtin. Li welatê Çînê nêzî 140 zimanên cuda yên zikmakî hene. Di sala 1984'an de ji bo parastin û pêşxistina zimanê zikmakî zagon hat amadekirin û bi zimanê zikmakî perwerde tê dayîn. Li Swêdê zimanê Almanî, Firansî, Îtalyanî zimanê fermî ne. Dîsa zimanê Romansê wekî zimanê neteweyî tê qebûlkirin. Li Swêd, Hollanda, Îsrail, Belçîka, Fransa, DYA, Kanada û gelek welatên din perwerde bi pir zimanî tê dayîn.
Li Danîmarkayê xizmeta bi zimanê zikmakî
Hîndekar û fêrkerên perwerdehiya navneteweyî yên tev li 9'emîn Lijneya Giştî ya Egîtîm Sen'ê bûn der barê perwerdehiya li welatê xwe ji DÎHA'yê re axivîn.
Nûnerê Sendîkaya Mamosteyan a Danimarka (DLF) Niels Lynnerup, anî ziman ku wekî sendîkavan mafê perwerdehiya zimanê zikmakî diparêzin û wiha got: "Perwerdehiya zimanê zikmakî bi xwe re fêrbûn û hînkirina zimanê din jî hêsan dike. Perwerdediha zimanê zikmakî li ser fêrbûn û zanina ilm gelek girîng e. Li Danimarkayê xizmetên zimanê zikmakî ji aliyê rêveberiyên herêmî ve tê dayîn. Di rêveberiyên herêmî de zimanê zikmakî serdest e. Xizmet tê dayîn, lê ne mecbûrî ye. Em wekî sendîka dixwazin êdî xizmeta zimanê zikmakî di rêveberiyên herêmî de bibe mecbûrî. Li Tirkiyeyê gelê Kurd û Tirk divê xwedî heman maf be. Ez wekî sendîkavanekî têkoşîna gelê Kurd diparêzim û piştgiriyê didim."
'Li Tirkiyeyê zextên polîtîk heye'
Nûnerê Sendîkaya Perwerdehiya Hollandayê (AOB) Trudy Kerperien jî anî ziman ku perwerdehiya zimanê zikmakî ji bo kêmaran cuda ye û wiha got: "Li Hollandayê nasname, çand û zimanên cuda dijîn. Li Holandayê nijadek û rengek tenê tune. Perwerdehiya zimanê zikmakî heye. Li Tirkiyeyê zextên polîtîk heye. Li Holandayê kêmar bi zimanê xwe di axivin û perwerde dibin. Mînak zimanê Dutçhî tê axaftin.
Dîsa zimanê Frezen tê axaftin. Di salên dawî de zimanê Frezen li dibistanê wekî zimanê perwerdehiyê tê dîtin."
Kerperien, anî ziman ku perwerdehiya zimanê zikmakî pir girîng e û bandorek mezin li ser pêşketina xwendekaran dike. Ger ku perwerdehiya zimanê zikmakî tune be xwendekar nikare di perwerdehiya bi zimanê biyanî de bi ser bikeve. Ger ku xwendekar bi zimanê zikmakî perwerde nebe, di aliyê fêrkirin û perwerdehiyê de dê lawaz û li paş bimîne. Ev perwerdehiya bi zimanî biyanî ji aliyê pedagojik û sincî ve jî re nast e. Divê teqez her xwendekar bi zimanê zikmakî perwerde bibînin û fêr bibin. Ger ku Tirkiye mînaka Hollanda ji bo xwe esas bigire dê pirsgirêka Tirkiyeyê ya zimanê zikmakî çareser bibe."
DÎHA/ENQERE