Tirkiye û PDK hevkarên stratejîk in
Mamostayê Zanîngeha Selahedîn derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Neçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê de jî axivî û wiha got: “Li navçeyê dabeşbûna li ser hevsengiya hêzê diyar dibe. Tirkiye ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hevpeymaniyekî stratejîk heye. Heta ev ji hevpeymaniyê derketiye û PDK bi awayekî vekirî siyaseta Tirkiyê cîbicî dike. Her guhertinek li rojavayê Kurdistanê rûbide û ger ne di berjewendiya Tirkiyê de be, Tirkiye dixwaze bi rêya PDK’ê li wê navçeyê zextê dirûst bike û bikarbîne.”
Dr. Kamûran destnîşan kir ku beşek ji serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyê peywendî bi rewşa Rojava ve heye û wiha pêdeçû: “Bi baweriya min beşek ji van hevdîtinan peywendî bi guhertinên li Rojavayê Kurdistanê ve hene û dibe beşek din jî peywendî bi meseleya petrolê ve hebe. Diyare boriyên petrolê yên ji Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê derbasî derve dibin, di qonaxa dawiyê de ye. Dibe ev boriya petrolê bi xwe bibe zextek li ser kurd an jî PDK’ê bike; ji bo hinek daxwazên Tirkiyê bi wê rêyê bên cîbicîkirin.”
Mentik bi bîr xist ku Tirkiye berî niha jî helwesta xwe li hemberî bikaranîna xaka Herêma Kurdistanê ya ji bo birêz Salih Muslim nîşan da û rê nedan Salih Muslim; “Diyare ev rênedan ne dengvedana Herêma Kurdistanê û ne jî ya raya giştî ye. Bi baweriya min piraniya partiyên Kurdistanê, ligel opozisyon û heta YNK jî li dijî vê biryarê bû. Lê em temaşe dikin PDK siyaseta Tirkiyê cîbicî dike.
Mafê Kurdan a îxraca petrolê heye
Wezîrê serwetên xwezayî yê Herêma Kurdistana Federal Aştî Hewramî li Tirkiyê di daxuyaniyekê de diyar kiribû wê di demekî kurt de xetek din a petrolê ligel Tirkiyê bê çêkirin. Dr. Kamûran Mentik di vê derbarê de jî wiha got: “Li gor destûra Iraqê mafê Herêma Kurdistanê heye petrolê bişîne derve û zeviyên nû yê petrolê hilberîne. Lê meseleya petrolê ji bo kurdan giring e û bandora wê li ser çarenivîsa Herêma Kurdistanê heye. Niha gelek projeyên cîhanî li vê navçeyê hene, ji wan jî projeya Nubuku ku gaza Herêma Kurdistanê ji bo bazarên cîhanê dişîne.”
PDK ji bihêzbûna PKK’ê ditirse
Dr. Kamûran Mentik da zanîn ku niha PYD li Rojava deshilatdar e û got: “Di warê stratejî, siyasî û hêzê de, ger PDK wekî hêzekî deshilatdar a başûrê Kurdistanê derbikeve, niha jî li Rojava PYD bi hêz bûye û ew navçe kontrol kiriye. Li bakûr, PKK û partiyên nêzî wê deshilat e û li Rojhilat jî bi heman awayî. Ji ber vê yekê çiqas PKK bihêz dibe, metirsiyê li ser bêhêzbûna PDK’ê dirûst dike. Ew jî hewl didin ku bi her awayî pêşî li wan pêşveçûnan bigirin. Ji ber vê jî partiyan dirûst dikin, xelkê perwerde dikin û dixwazin partiyên li Rojava nêzî hev bikin. Bikin partiyek an jî hevpeymaniyekê di nava wan de çêbikin.”
Dr. Kamûran ragihand ku dixwazin alternatîfekê ji bo PYD’ê dirûst bikin û wiha got: “Ev jî wê bandorê li ser Kongreya Netewî ya Kurd dirûst bike. Ji ber ev partiyane wê tevlî kongreyê bibin. Tevî ku bi baweriya min ev kongre her dixwazin taloq bikin.”
Kongre di dema xwe de nayê lidarxistin
Mentik destnîşan kir ku du arasteyên cûda di kongreyê de hene û daxuyand: “Yek ji wan Tirkiye û PDK. Ya duyemîn jî kurd û kesên din in. Dîtina wan jî ew e ku dixwazin bi rêya Barzanî (Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî) Tirkiye li pey Mele İdrîsekî Bidlîsî yê nû digere, ji bo wekî sedsala 16’an serkirdeyekê bikarbînin û hemû hêzên kurdan bixin di xizmeta Osmaniyên nû de. Ev egere ku Barzanî bikin serokê kongreyê. Lê egera duyemîn jî ew e ku gelê Kurdistanê dixwaze kongreyek bê lidarxistin û di siberojê de ew kongre bibe parlamentoyek ji bo Kurdistana Mezin. Herwiha bikare hêzekî herêmî ya mezin dirûst bike, milmilanê li ser berjewendiyên kurdan bike, pirsgirêkên kurdan ên navxwe û ligel derve çareser bike. Ev nakokiyane jî wisa dike di vê demê de lidarxistina kongreya netewî zehmet bike.”
Mamostayê Beşa Zanista Siyasî yê Zanîngeha Selahedîn Dr. Kamûran Mentik ragihand ku Kongre di dema xwe de nayê lidarxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez ne di wê baweriyê de me Kongreya Netewî di dema xwe ya hatî diyarkirin de were lidarxistin.”
MİHEMED TAHİR/NİHAT KAYA/DÎHA/HEWLÊR
Berjewendiyên teng yên hizbî
Parlamenterekî Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) rexneyên tund li serokatiya Herêma Kurdistana Federal digire û ragihand ku nabe dezgehên fermî ji bo berjewendiyên teng ên hizbî werin bikaranîn.
Parlamenterê YNK'ê yê hatî hilbijartin Salar Mehmûd li ser rûpelê xwe yê taybet ê tora civakî Facebookê bi navnîşana 'Serokatiya Herêmê wekî dezgehekî hizbiye' behsa nakokiyên siyasî yên navbera (PDK) û (PYD) dike û rexne li partiya xwe YNK'ê digire ku bêdenge. Salar Mehmûd li ser nakokiyên di navbera PDK û PYD'ê de wiha got: "Ev demekî dirêje pirsgirêkên veşartî di navbera PYD û PDK'ê de hene. Di demên dawiyê de ev pirsgirêk ketin di nava dezgehên ragihandinê de û ji meseleya sînorê navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de zêdetir diyar bû. Ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji çi bigirin, di vê demê de pêwîst nedikir û berevajîtiya wê baştir bû." Parlamenterê YNK'ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje: "Bêdengiya partiyên siyasî yên Kurdistanê ya li hember vê terefgeriya Serokatiya Herêma Kurdistanê cihê rexneyên tund e. Herwiha ez rexneyê li wê biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê digirim ku bi navê Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye dayîn û sînor li ser yek ji serkirdeyê kurdên Rojava digire ku hê jî kifnê kurê wî Şervan zer nebibû. Di eniya parastina welat û xaka xwe de şehîd bû. Ev kar bûn sedemê Kongreya Neteweyî ji nav biçe, berpirsyartî li ser stoyê kê û çi aliyeke ye? Di demek ku bi milyonan kurd li benda lidarxistina vê kongreyê bûn."
Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd li ser bêdengiya partiya xwe jî wiha dibêje: "Di hemû rewşekê de û niha jî, em dibêjin nabe dezgehên fermî ji bo berjewendiyên teng ên hizbî bên bikaranîn. Ya ji hemûyê dilgirantir jî ew e ku ez nizanim çima YNK li ser vê pirsê tenê bi daxuyaniyekî berdevekê polîtburoyê xwe bes dibîne."
HEWLÊR