Apê Dîbo niha 84 salî ye. Hê jî fena xortekî her sibe radibe dihere dikana xwe û karê xwe dike.

Apê Dîbo li dikana xwe amûrên elektronîk temîr dike. Wî berî 40 salan li gundê Girkê Dijwar ê Koçerat ê Dêrikê dikana xwe vekiriye û heta îro jî tê de dixebite. Her çendî apê Dîbo dibistan nexwendiye lê ew bi xwe li gund fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Paşê apê Dîbo ji xwe re pirtûkên taybet ên çêkirina amûrên elektronîk peyda dike. Piştî xwe fêrî pîşeyê dike, naçe bajar, li gundê xwe di mala xwe de odeyekê dike dikan û bi alavên biçûk dest bi pîşeya xwe dike.

 

QAMIŞLO