Xudêdayê biçûk

  • Ev çîroka Sîma Semend cara ewil 27´ê Adara sala 1966´an di Riya Teze de çap bûye. 

SÎMA SEMEND*

 

Xudêdayê biçûk û xûşka wî Zarê, bê sebir hîvîya 8’ê Martê bûn. Xudêdayê biçûk îsal cara ewilî diçû mektebê û dixwest bi keda xweye helal va dê bimbarek bike, lê nizanîbû çawa. 

Teyarê bavê wî, texmîn dikir, wekî Xudêda û Zara biçûk ew çend roje kêm xeber didin, tenê diçûne otaxa dinê û dibe pistepista wan. Rojêkê ewî kurê xweyî biçûk hemêz kir û bi ken gotê: -Kuro, tu mêr î, camêr î, çi pistepista we ye? Heger tiştek heye, nolî mêra bavê xwe ra bêje. 

Ser van gilîya Xudêda ji hemêza bavê peya bû, mîna mezina bavê nihêrî û got:

-Çi bêjim, ez zanim, wekî bêjim, tuyê ese inê ra bêjî. 

Teyar wî, destê wîyî cêbê da nihêrî, bin lêva da kenîya û got:

- Ez ber camêrekî nolî te sond dixum, wekî tiştekî inê ra nabêjim. De bêje! Xudêda nêzikî bavê bû û hêdîka gotê:

- Zanî çi, sibê na dusibe 8’ê Martê ye, eyda inê. Niha em difikirin, çawa bikin, wekî wê rojê inê bi eşq û şa derbazke. Bavê destê xwe stuyê wî ra bir û got: 

- Pey, mala te ava be, ji wê hêsatir çi heye? Ezê sibê herime dikanê, dixwezî tu û Zarê jî min ra werin, em tiştekî bikirin û 8’ê mehê pêşkêşî inê kin, kuta bû çû?

-Ê, min hew zanibû tuyê tiştekî teze bêjî..! Ez usa naxwezim, çimkî perê min tunenin, perê te jî naxwezim! Ez dixwezim, wekî tiştekî eynsî bi keda xwe bikirim. Teyar demekê wî nihêrî, ser gilîyê wî ecêbmayî ma û got: 

-A, ev pirsa te îdî çetin e, Xudo. Wê demê Senem derva hat û gazî wan kir, ku bên nan bixun. Xudo ser nan jî difikirî: Bavê tiştek negotê, dimîne dersdara wî…

Sibetirê hela nîv sehet mabû, ku ders destpêbin, Xudêda îdî dersxanê da bû. Dersdara wî gelekî ji wî hiz dikir. Ewê ku ew dît, usa bi teherekî jê pirsî: 

- Xudo can, çi bûye, îro tu çira usa yî? 

Bû kime-kima Xudêda û got: 

-  Hûn zanin çi, Êlêna Pêtrovîa, ez dixwezim tiştekî ji we pirskim. Sibê 8’ê Martê ye, ez dixwezim inê bimbarek bikim, lê nizam çawa? Pê perê bavo pêşkêşê naxwezim bikirim, ê min jî tunenin. 

Dersdarê ew hemêzkir, gelekî şabû gotê:

-Tu here rûnê, ezê usa bikim, çawa ku tu dixwezî, sibê diya teyê gelekî şa be. 

 

***

Rastîyê jî şabûna Senemê bêhed û hesab bû, gava 8’ê Martê şeveqê berî gişka Xudêda rabû. Ber bi wê revî, ew hemêz kir, ramûsa, nameyek da dê û bi dilekî barstan got:

- Dayê can, ev jî pêşkêşa te, bona eyda we. Senemê name vekir, têda şiklê guleke bedew û kevotkekê dît, ku bin da ev xeberêd han nivîsîbûn: ''Dayê ezîza min! Eyda teye 8’ê Martê bimbarek be! Ez dixwezim tu timê şa bî, nolî vê gulê neçilmisî! Kurê te Xudêda'': Senemê paşê kagezeke mayîn vekir û destnivîsara dersdarê nas kir. Ewê nivîsîbû: ''Hevala Senem, eyda we bimbarek û pîroz be! Xudêda gelekî dixwest bi keda xwe we şa ke, a lema jî min qirar kir, wekî keda wîye ewilî, ku ew teze qazanc dike, pêşkêşî we bikim.'' Binya nivîsara dersdarê qîmetê Xudêdaye zef rind bûn. Şabûna dê bê hed û hesab bû. Xudêda soro-moro bibû, dê dinêrî, teyê bigota hîvîya caba wê bû, çika pêşkêşa wî bi dilê dêye? Senemê ew hilgirt, ramûsa û gotê:

- Çara min, ez îro dayka here bextewar im, cara ewilî nava emrê xwe da min pêşkêşa here layîq stend. Xudêda jî ew hemêz kir û got:

- Inê can, çiqas pak e, wekî pêşkêşa min ewqas bi dilê te bû. 

 

* Ev çîrok 27´ê Adara sala 1966´an di Riya Teze de çap bûye. Ji hêla Îbrahîm Bulak ve tîpguhêztina vê ji alfabeya Kirîlî hatiye kirin. 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.