Lîstika Xulamê Duxwedî ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye amadekirin û derhêneriya wê Ruknettin Gun kiriye, li salona Şanoye ya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn derket ser dike. Lîstika ku li ser jiyana kesekî xulamtiyê ji 2 xediyan re dike, rastiya li pişt pertê bi temaşevanan re parve dike. Şano, jiyana xulameki ku ji bo birçî nebîne xulamtiya 2 xwediyan dike vedibêje. Lîstika ku li ser jiyana xulamê ku ji 2 xwediyan re xulamtiye dike radiweste, nêzîkatî û helwesta xulam a ku ji bo zikê xwe têr bike çawa dikare bêtir xulamtiyê û derewan bike radiweste. Di lîstika şanoyê de tê vegotin ku xulamek çiqas derewan bike û bê rû û rûmet be ew qas dê karibe bêtir xulam e. Di lîstikê de destnîşan dike ku her çend derew jî bê kirin dê rojekê derew aşkere bibin û ji aliyê her kesî ve bê zanîn. Her çend xulam xwediyê xwe bixapîne jî dê rojek rastî derkve holê û her kes wê rastiyê bibine û qebûl bike.
Piştî lîstikê lîstikvanan şanohez slav kirin. Pişt re derhênerê lîstikê Rûknetîn Gun qurnefil li lîstîkvanan belav kir. Temaşevanan, li ser piyan li çepikan xist û bersîva slava lîstikvanan da.
DÎHA/AMED