Berpirsê hêzên Pêşmerge yê Xurmatû, Ebdullah Bor der barê civîna doh de ji RojNews re got: “Rayedarên payebilind ên YNK´ê û Heşd El Şehbî dicivin. Di civînê de rêyên çareseriyê ji bo bidawîkirina krîzê û aloziya heyî ya li Xurmatû tê gotûbêjkirin.”

Li aliyê din, berpirsê Yekîneya Hemrîn a YNK’ê Hesen Baram li ser heman mijarêgot, “Civîn li baregeha tabûra 16. a Silêmaniyê li Balafirxaneya Xurmatû bi rê ve diçe. Berpirsên payebilind ên herdu aliyan jî beşdar dibin." Serokê şandeya Heşd El Şeebî jî Hadî Amrî ye. Herwiha şandeyek ji Yekîneya Hemrîn û Qaymeqamtiya Xurmatû jî li gorî agahiyên bi dest ketî beşdarî civînê dibin.


Her du alî li hev civiyan

Di nava şandeya YNK’ê Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, fermandarên Pêşmerge yên herêmê Aso Elmanî û Ednan Heme Mîne, Berpirsê Yekîneya Hemrîn a YNK’ê û Qaymeqamê Xurmatû Şelal Ebdul cih digirin. Heta saeta nûçe dihat amadekirin, agahiyên derbarê encamên civînê de eşkere nebûbûn.

Civîna di navbera aliyan de biryar bû dpêr bihata lidarxistin, lê ji ber civîna parlamena Iraqê, civîn hat taloqkirin. Hêjayî gotinê ku Kurd wek şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Heşd El Şehbî re hevdîtinê nakin. Şandeya YNK’ê bi Heşd El Şehbî re rûdinê.  


 XURMATÛ





DAIŞ’ê Taze Xurmatû topbaran kir


Çeteyên DAIŞ’ê doh serê sibê bi çekên giran êrişî bajarokê Kerkûkê Taze Xurmatû kir. Berpirsê Tabûra 12. a Heşd Tirkmenî, Cewdet Esaf li herêmê ji RojNewsê re axivî û got: “Heta niha nêzî 9 topan li bajarokê Taze Xurmatû ketin. Êriş hîna jî car caran dewam dike.”

Cewdet Esaf da zanîn ku ji ber topbaranê 5 kes birîndar bûne û ew veguhestine nexweşxaneyê û got: “Tîmên Tenduristiyê li bendê ne ku topbaran bisekine û ew ê biçin herêmê ji bo bizanin topên hatine avêtin bi gazên kimyeyî ne yan na.” Beriya niha jî çeteyên DAIŞ’ê bi caran bajarokê Taze Xurmatû yê ser bi Kerkûkê topbaran kirine. Ji ber bikaranîna bombeyên hatine qedexekirin, 3 xelkê sivîl jiyana xwe jidest dan û nêzî 200 kesî jî birîndar bûbûn. 


 KERKÛK