Siyasetmedarê Kurd Dr. Faîq Gulpî bal kişand ser daxuyaniyên li dijî hebûna PKK'ê li Şengalê û got: "PKK li Şengalê çareserî ye, ne pirsgirêk e. Ewên dixwazin PKK ji Şenalê vekişe, dixwazin DAIŞ’ê bi hêz bikin."  

Serokwezirê Tirk Bînalî Yildirim li gel şandeya pêre 7 û 8’ê Çile bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û bi serokê PDK´ê Mesûd Barzanî re rûnişt. Yildirim li gel Ebadî peyman îmze kir li gel Barzanî jî çend caran PKK weke terorîst bi nav kir û xwest ji şengalê derkeve.

Têkildarî serdana Bînalî Yildirim û lihevkirina wî ya li gel Bexda û hevdîtina li gel Barzanî, siyasetmedarê Kurd Dr. Faîq Gulpî got: “Eger PKK ne li Şengalê ba, DAIŞ’ê wê Çiyayê Şengalê dagir bikira. Eger wisan bibûya, DAIŞ wê ji bo Herêma Kurdistana bibûya metirsiyeke mezin û DAIŞ wê sê-çar salên din li wan herêman bimaya.”

PKK ji bo parastina gel çû Şengalê 

Di dewama axafitina xwe de Gulpî got, “Eger PKK ji Şengalê derkeve rê li ber DAIŞ’ê wê bê vekirin ku li Şengal û çiyayên wê bi cih bibe. Eger ev yek pêk bê, DAIŞ wê bi hêz bibe. Ji ber wê jî yên ku dixwazin PKK ji Şengalê vekişe, dixwazin DAIŞ’ê bi hêz bikin.”

Faîq Gulpî behsa pevajoya hatina PKK’ê ya Şengalê jî kir û got: “ Dema ku PKK hat Şengalê, hêzên PDK’ê xwişk û birayên me yên Êzîdi di nav lepên DAIŞ’ê de hiştin û çû.”

Xwe bi Rûsyayê çêdike

Têkildarî sedama serdana Yildirim jî Gulpî got, siyaseta derve ya Tirkiyeyê ne bi destê xwe ye û wiha peyivî: “Îran û Rûsyayê ji Tirkiyê re gotiye tekiliyên xwe li gel Iraqê baş bike. Ji ber ku destpêkê Emerika dostê Tirkiyeyê bû, lê niha tekiliyên Tirkiyê li gel Rûsyayê hene.”

Her wiha li ser çûna Kurdidtanê tevî ewqas wezirên Tirk li gel Yildirim ku di nava wan de Wezîrê Jêderên Xwezayî û Wezîrê Perwedê jî hebûn, Dr. Faîq Gulpî got: “Armanca hatina wezîrê jêderên xwezayî ew e ku ew peymana di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de heyî ji Bexdayê jî piştgiriyê bigire. Sedama hatina wezîrê perwerdê jî ji bo wê ye ku bi riya wezareta perwedê çanda Tirk bîne li van herêman bi cih bike.”


DANA OMER / ROJNEWS