Mam Celal roja sêşemê 3´ê Çiriya Pêşîn li Berlînê li nexweşxaneya lê derman dibû wefat kir û xatirê xwe ji dinayayê û Kurdistanê xwest.  

Cenazeyê Mam Celal doh serê sibehê ji paytexta Elmanyayê Berlînê bi balefirê şandin Başûrê Kurdistanê û saet 10:30´an bi merasîmeke fermî cenaze li balefirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê hat pêşwazîkirin. Di merasîma ji bo damezirînerê YNK´ê, siaysetvanê demeke dirêj a dîroka rigariya Kurd û serokkomarê berê yê  Celal Talebanî yê bi Mam Celal di nava Kurdan de navdar de gelek siyasetvanên ji herçar parçeyên Kurdistanê û dîplomat û siyasetvanên ji welatan biyanî hazir bûn.


Sedhezaran kesî xatir ji Mam Celal xwest

Piştî merasîma fermî, ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ji bo wecîbeyên dînî bên pêkanîn, cenazê Mam Celal ber bi Mizgefta Mezin a Silêmaniyê ve hate rêkirin.

Cenazeyê Mam Celal li vir ji aliyê deh hezaran kesî ve hat pêşwazî kirin.

Bi sedhezaran Kurdistanî ji bo definkirina cenaze ji berê sibehê ve li Dabeşanê civiyabûn. Piştî pêkanîna wecîbeyên olî, Kurdistaniyên li Dabeşanê kom bûne, dixwazin cara dawî Mam Celal bibînin û pitşre defin bikin. Gelek kesên ji Amed, Colemêrg, Şemzînan, Gever, Wan, Amûdê, Qamişlo, Pîranşahr, Şîno, Ûrmiye û gelek bajarên Rojava hatine Silêmaniyê jî tevlî merasîma cenaze bûne. Dema nûçeya me ji weşanê re dihat amadekirin, cenaze li Dabeşanê girseyî dihat veşartin. 


Oxir be Mamê Kurdistanê!



Ji bo merasîma cenaze ya femrî ya Mam Celal ji bakurê Kurdistanê hevseroka HDP´ê  Serpil Kemalbay, parlamenter Pervin Buldan, berdevkê HDP´ê Osman Baydemir, parlamenter Imam Taşçıer, Parlamenter Dirayet Taşdemir jî di nav de heyeteke HDP´ê, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî çûn Silêmaniyê. 

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û endamên Hikûmetê jî ji bo merasîmê li Silêmaniyê bûn ku di nava wan de Serokê PDK´ê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hebûn.

Ji Rojavayê Kurdistanê jî Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saruxan jî di navê de heyetek di merasîmê de amade bû.



SILÊMANÎ