Hilberîna binerdan bi taybetî li heremên çiya tê hilberîn. Li Êlihê bi taybetî ji binerdên navçeyên Hezoy, Sason û Kercewsê tên hezkirin.  Ji ber ku binerd ên heremên çiya ne, xwarina çiyayî û wek xwarinek derman û hekîmî tê nasîn. Bi hatina zivistanê re binerd daketin sûka Êlihê û ji bo xwarina bajarvanî û gundan dibin xwarin.

Li Êlihê binerd mehên zivistanê bi awayekî zêde tê xwarin. Ji ber ku xwarinek heremî ne di rojên ku sermayê xwe daye nîşandan rastî eleqeyeke mezin tê. Binerd ji bo nexweşînên astim, şekir, romatîzma, bawesîr û hemorîtê jî başe û tê bi kar anîn. Navê binerdan bi Latînî jî Helîanthus Tuberosus e.
Hasan Akkurt 10 sale li sûka gundan a li navnda Êlihê sebzeyan difiroşe û diyar kir ku binerdê ku ew di firoşe ji gundê Gundikêdono yê navçeya Hezoyê hatine û got dema Çile destpê dike binerd tên sûkê. Akkurt, anî ziman ku kesên extiyar bêtir ji tama binerdan hez dike û da zanîn ku ji kesên tên distinîn dizanin ku ji bo nexweşînan başe distînin.
Akkurt, da zanîn ku ji ber binerd diçin gundan bêtir bajarvanî dikirin. Akkurt, got ku bi piranî ev sebze wek xwarin çiyayî ya tê zanîn. Cure, kêrhatin û bikaranîna binerdan wiha ye: "Binerd cûreyek sebze ya dema çê dibe kulilikên zer vedike û di binerdê de çêdibe û dişibe teşeyê kartolan. Binerd, sebzeyek xwedîkirinê ye û ji aliyê vîtamînên A û C û di aliyê kalsiyûm û mîneralên hesin û fosfor de dewlement û xurt e. Hêza gewde û fîzyolojîk zêde dike. Ji ber ku besînê wê pirin ji bo kêmasiya xwînê başe. Ji bo dayikan şîrê wan zêde dike û ji bo dayikên zarokan di mijînin dibe alîkar û fersendeke. Ji bo gurçik bi awayekî sererast bi xebitin dibe alîkar. Sînga mirovan nerm dike û kuxikê dibire û ji bo xweşikiyê çerm jî dibe sedemek mezin. Tê kelandin û bi vî rengî tê xwarin. Bi ava wê por tê şuştin û ji bo koka por gelek bi hêz dike. Tê pelçiqandin û dikarin bidin ser cihê mirovan ku di werimin û ji bo weremê başe. Ji ber ku besîna wê zêde ye û kaloriyê wê kêm e, kesên rejîmê an jî xwe zeîf dikin dikarin bikar bînin."

DÎHA/ÊLÎH