ROZANA DADO / ANHA / HELEB

Şahiyên cejnê yên Helebê bi rêûresm û kevneşopiyên ku ji gelek serdeman ve li herêma Efrînê pêk dihat, tê naskirin. Şêniyên Efrînê bi ku derê ve biçin, rêûresmên xwe bi xwe re dibin û diparêzin. Ji ber ku tê de reseniya xwe dibînin.

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi çêkirina şîraniyên cejnê yên ku di mal de têne çêkirin tên naskirin. Ev şîranî wek mêvandarî di cejnê de ji gelek salan ve têne pêşkêşkirin.

Ji xwarinên herî navdar nanê rûn û kilor in. Nanê rûn di gelek qonaxan re derbas dibe heta ku çêbibe. Destpêkê rûnê eslî, dimsê şîrîn û hindek meyane bi hev re tên kelandin piştre li nanê tenûrê tê hiştin.

Kilor jî ji nanê rûn hêsantir e, heman pêdivî ne, lê tenê rûnê eslî pêwîst nake. Destpêkê ard tevî dimsê şîrîn û meyane tê stran, piştre di nav zêt de wek teşeya gilover tê qelandin.

Elîf Reşîd ji niştecihên bajarê Helebê ye. Elîf kelepûrên cejnê ku li ser mezin bûye hîna diparêze û di nav malbata xwe de vedijîne.

Elîf dibêje, “Berê cureyên mêvandariyê yên çêkirî tine bûn, ji ber wê, şêniyan di malên xwe de gelek cureyên şîraniyan çêdikirin, nanê rûn û kilor jî. Ji ber hezkirina min a rêûresman ku em li ser mezin bûne, ez wan diparêzim.”