Beriya bi çend rojan li ser medya civakî hin dîmen ji Heskîfa dîroka wê 12 hezar sal hatin belavkirin. Di van dîmenan de dihat dîtin ku zinarên verotî û çikeftên bi destê mirovan çêkirî yên dîrokî tên dînamîtkirin. Ev dîmen bûn sedema nerazîbûna mezin, lê belê Rewşa Awarte (OHAL) li ber dana der a nerazîbûnan bû asteng. Doh parlemanterê HDP´ê yê Êlihê berê xwe da navçeya Êlihê Heskîfê û xwe bi zinarên dîrokê ve zincîr kir. Ev jî bû çalakiyeke nîşandana nerazîbûna li dijî dewleta Tirk a bi zêhniyeta DAIŞ´ê.  

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê, Mehmet Alî Aslan li dijî dînamîtkirina Heskîfê xwe bi zinarê dîrokî ve bi zincîran girêda û nerazîbûna xwe li dijî hilweşandina Heskîfê îfade kir. 

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan li dijî dînamîtkirina dîroka Heskîfê çû Heskîfê û lêkolîn kir. Aslan bi boneya şermezarkirina dînatmîtkirina Heskîfê destê xwe bi zincîran girêda, xwe bi zinarê dîrokî ve kir, û daxuyanî da çapemeniyê. 


‘Hinavên me dînamît dikin’ 

Aslan diyar kir ku wan nedixwest ku ew bi wesîleya dînamîtkirina Heskîfê li wir bûna û got, “Lê mixabin ew rayedarên ku hişmendiya wan a dîrok û çandê tine ye û ji aliyê rayedaran ve dînamîtkirina Heskîfê û dîrokê ji holê rakirin, wek xencerekê li ser dilê me ketiye. Her teqînek dînamtkirinê ewil di dil, mêjî û bîra me de diteqe.” 


‘Heskîf û Palmîra yek in’ 

Aslan destnîşan kir ku li cîhanê têkildarî bermahiyên dîrokî krîter hene û wiha dewam kir, “Li ti muze û şûnwarên dîrokî bêyî ku destûra kişandina wêneyan bê dayîn, wêne nikarin bên girtin, lê mixabin dîrokeke mîna Heskîfê dînamît kirin û ev bûyer ne li gorî ti aqilî ye. Lê meqamên fermî her tiştî li ber çavan berovajî dikin û agahiyên şaş didin. Dibêjin ku ‘teqemenî nayên teqandin.’ Lê gelo ev dîmenên bi rojane li ser medyaya civakî tên parvekirin yên zarokan in ku balonan diteqînin. Ti ferqa dînamîtkirina Heskîfê û bombekirina bi destê DAIŞ’ê ya li Palmîrayê ji hev nîne.” 

Aslan got ku ew ne bi nasnmeya partiya xwe û parlamenteriya xwe li vir vê çalakiyê li dar dixe û ew wek parêzvanekî û dildarekî Heskîfê vê çalakiyê li dar dixe. 

Dema nûçeya me dihat amadekirin çalakiya Aslan didomiya. 

Ji pêr ve dîmenên bi dînamîtan hilweşandina şikeft û zinarên verotî yên dîrokî li ser medyaya civakî dihat weşandin û di nûçeya me ya pêr de ev helwêsta dewleta Tirk weke wekheviya zêhniyeta dewleta Tirk û DAIŞ´ê nîşan dabû.


DÎHABER/ÊLIH