Rûsya, Tirkiye û Îran hewl didin bi komîsyonên ku Sûriyeyî, rejîma Sûriyeyê jî di nav de nîne, destûra bingehîn ava bikin. Em eşkere dibêjin; em ê ti carî destûreke bingehîn a ku nihêrîna me di nav de nîne, qebûl nekin.
ERSÎN ÇAKSÛ / QAMIŞLO
Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd, der barê rewşa piştî DAIŞ’ê, Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ya ku Rûsya pêşengiya wê dike û çareseriya siyasî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de peyivî.
Bedran Çiya Kurd di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku DAIŞ di warê eskerî de qediyaye lê divê têkoşîneke demdirêj jî were kirin û got; “Yekîneyên veşartî yên DAIŞ’ê hene, ji bo vê jî têkoşîneke berfireh hewce dike. DAIŞ ne bi tenê pirsgirêka me ye û rewşa piştî DAIŞ’ê jî ne bi tenê berpirsyariya me ye. Barê rewşa piştî DAIŞ’ê li ser milê civaka navneteweyî ye jî. Divê em têkoşîna xwe ji niha û pê ve jî bidomînin. Endamên DAIŞ’ê ji welatên cihê ne û me berê jî bang li van welatan kiribû ku werin hemwelatiyên xwe bibin, lê ev bangên me bêbersiv man. Niha di destê me de 11 hezar endamên DAIŞ’ê hene. Em dixwazin ev kes werin dadgehkirin. Divê civaka navneteweyî di vî warî de xwe bide ber bar.”
Li gorî me ev xapandin e
Bedran Çiya Kurd, li ser gotinên Rûsyayê yên der barê Destûra Bingehîn de jî got; “Em helwêsta Rûsyayê di vî alî de cidî nabînin. Li gorî me, ev gava wan ji bo tasfiyekirina hêzên li ser muxalefetê ye. Li gorî me, ev xapandin e. Di heman demê de dema ku em li gotinê Şamê dinihêrin, em nîşanên destûra bingehîn a nû û guherînekê nabînin. Di tiştên bingehîn û besît de jî guherînê qebûl nakin. Di warê rejîmê û di warê Rûsyayê de jî em gaveke wisa nabînin. Di heman demê de DYE û hêzên welatên rojavayî jî qebûl nakin. Ew diyar dikin ku heta Neteweyên Yekbûyî qebûl neke, ev destûra bingehîn wê ne meşrû be.”
Gelo ji bo lebikandinê ye
Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li derveyî komîsyona destûra bingehîn a nû hatiye hiştin, û destnîşan kir ku destûreke bingehîn a ku nihêrîna wan di nav de nîne, ew ê qebûl nekin û got, “Nebûna me li nava komîsyona destûra bingehîn xwedî du wateyan e: Yan ew dixwazin Sûriyeyê parçe bikin, yan jî bi vê komîsyonê re dixwazin demê derbas bikin û bi rêya vê lîstikê ya berê bidin qebûlkirin. Destûreke bingehîn a bi vî rengî çareseriyê ji krîza Sûriyeyê re nabîne. Em dibêjin, krîza Sûriyeyê bi biryara Sûriyeyiyan çareser dibe. Rûsya, Tirkiye û Îran hewl didin bi komîsyonên ku Sûriyeyî, rejîma Sûriyeyê jî di nav de nîne, destûra bingehîn ava bikin. Gelo destûreke bingehîn a bi vî rengî, wê çawa pirsgirêkan çareser bike? Em eşkere dibêjin; em ê ti carî destûreke bingehîn a ku nihêrîna me di nav de nîne, qebûl nekin.”