Sê malbatên ji 16 kesî pêk dihatin yên ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyayî doh saet 03:00'an de xwe spartin gerîlayên HPG-YJA Star û pêşmergeyên xeta sînorê Kerkûkê di parêzin. Malbatên ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyayî hîn negihayîn xeta sînor, çeteyê DAIŞ'ê gule li ser wan de reşandin.  Di encama gulebaranê de jina bi navê Meryem Mihemed Mistefa birîndar bû. Li hemberî vê yekê hêzên Kurd bersiva çeteyên DAIŞ'ê dan.

 Raîd Elî Abdullah yê ji nehyeya Riyaz a girêdayî Hewîce ya dibin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de revî, wiha got: "Me hinek pereyê giring da kesekî ku, ez baş nas nakim, em bi rêya wî, ji herêma DAIŞ'ê reviyan. Di seatên 19:00'an de em ketîn li ser rê. Seatên sibehê em gihan vêderê.”


‘Her roj balafir li Riyazê didin’

Abdullah got her roj balafir li Riyazê didin û wiha axivî: “Zêde gel li Riyazê nema ye. Zextên DAIŞ'ê her diçe li ser gel zêde dibe. Yên van pîvanan pêk neînin tê kuştin. Li Riyazê ne kar û ne jî xwarin heye. Jiyan gelek zehmete. Pêdiviyên DAIŞ'ê jî hemû j Mûsilê tên."

 

'Divê hemû cîhan jê xilas bibe’

 Gerîlayê HPG'ê Elîşêr Kabin jî diyar kir ku rêya malbatên ku dixwazin ji ber DAIŞ'ê birevin, ji aliyê DAIŞ'ê ve hate mayinkirin û wiha got: Dema DAIŞ'ê dîtin ku malbat direvin, gulebaran dikin. Piraniya caran ji yên direvin tên kuştin û birîndar kirin.” 


‘Bi qernasan sûîqast dikin’

Elîşêr Kabin diyar kir ku pêr dema ew di çeperên xwe de amade bûn,sê malbat bi serketî ji çeteyan xilas bûn û wiha axivî: “DAIŞ'ê xwestin bi qernasan sûîqastê li wan bikin. Heya gelek gulebaran jî kirin. Lê dema ku em bersiva wan didin, hêza wan kêm dibe, mirovên direvin, bi vê yekê xwe xilas dikin. 

Gerîlayê HPG'ê Elîşêr Kabin diyar kir ku bi taybet di van mehên dawî de li ser xeta sînorê Kerkûkê tevgereke zêde heye û got: “Çeteyên DAIŞ'ê dem bi dem bi çekên giran êrîş dikin û herêmî mayîn dikin. Em weke hêzên HPG û YJA-STAR’ê bersiva wan didîn.”


AZAD SERXWEBÛN / ROJNEWS/KERKÛK






’19 hezar sivîl kuştin’



Li gorî rapora ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve hatî amade kirin, çeteyên DAIŞ'ê ji meha Çileya 2014'an heya Cotmeha sala 2015'an, 19 hezar sivîl kuştine. 

Di rapora ku ji aliyê Alîkarê Neteweyên Yekbûyê yê Iraqê û NY'ê ve hatiye amadekirin de, tê destnîşan kirin ku çeteyên DAIŞ’ê 3 hezar û 500 kes weke kole bi kar tînin. Ji vana beşek mezin jin û zarokin. Di destpêkê de gelê Êzîdî û gelek pêkhateyên din weke kole di destên xwe de digrin.

 Di raporê de tê diyar kirin li Mûsilê ji 800-900 zarok weke leşker û perwerdeyên olî bikar tînin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN