Şêx Osman kurê Şêx Birahîm ê Şêx Hesen e, ew ji Şêxên Şêx Bekir e. Di sala 1933´an de li Bakurê Kurdistanê li gundê Qûlika ser bi navçeya Nisêbînê hatiye dinyayê. Di temenê xwe yê ciwan de bi salan li ber parêzgeha Lalişê ma. Di destpêka salên 1950´î de heta sala 1975´an yanî dema ku rêjîma Baesê nêzî desthilatdariya komara Iraqê bû, Şêx Osman ji ber zilma rêjîma Baes neçar dibe ku parêzgeha Lalişê bi cih bihêle. Lewma ew ne welatiyê Iraqê bû.

Şêx Osman li ber destên gelek zanyarên olî û xizmetkarên parezgeha Lalişa Nûranî erka xwe ya olî û kurdewarî zêdeyî 25 salan bi rêk û pêk kiriye.

Şêx Osman dibêje, “Li gelek cih û deveran ez hinek dengên nebaş û xerab dibihîzim ku me Êzîdiyan wek ne Kurd dibînin.

Ev bi serê xwe neheqiyeke mezin e, û bê wijdaniyeke bê dad û maf e, me Êzîdiyan her başî pêşî ji her kesî re xwestiye û dûv re ji xwe re, li vir ez dengê xwe bilind dikim di serî de li cîhana ku xwe bêdeng dike û dibêjim, gelî mirovhezan, darê ji koka wê ranekin ji ber ku heger we rakir jî wê ew dar careke din kat bide û şîn bibe. Ji ber ku nirxên ola Êzîdiyan ti carî dûrî çanda Kurdewarî neketine, neyarên gelê Kurd bi taybetî yên ola Êzîdiyan dixwazin wan dûrî nirxên Kurdî yanî reseniya Êzîdiyan a ku bi koka xwe ve û bi axa bav û kalan ve girêdayî, bixin. Her wiha çavnebarên vî gelî her car vê olê, vê civakê dûrî hemî nirxên olî û Kurdbûnê dikin. Nexasim gelek ji Êzîdiyan yên ku di asta berpirsiyar de ne jî dixapin û van şaşiyan dikin."

Ma ne em dibêjin Nan û Av

Şêx Osman dewam dike û dibêje, "Ev kesên ku me bi ser Erebbûnê ve dibin û her demekê wê werin bi hinek pîlanan û di bin hinek armancên tinekirina civaka me de, xwe dispêrin hinek ji mezin û berpirsên Êzîdiyan. Hela ka werin gelî aqilmendan û zanyaran li vê sosretê seyr bikin. Çawa dibêjin, hûn ne Kurd in. Ma gelo em bi çi zamanî dipeyivin? Ma ne em dibêjin Nan û Av, Ax û Welat, Ol Û Ziman."

Şêx Osman di dawiyê de wiha dibêje, ne tenê zane û rûsipiyên Êzîdiyan her wiha civaka gelê Kurd bi pêkhateyên xwe hemûyan divê li vê meselê xwedî derkeve: "Di heman gavê de pêwistiya me wek Kurd û Êzîdî heye, em li dora nirxên xwe yên bingehîn bicivin ku ew reseniya dîroka me li xwe vedihewîne."

CANO ŞAKIR / WILDESHAUSEN