Aktîvîstên TJA´yê li Amed û Wanê li dijî tecrîdkirina Ocalan greva birçîbûnê ya 3 rojan da destpêkirin, lê dagirkeran di navê de çalakger û zarokeke 2 salî jî li Amedê destgîr kirin.

Aktîvîstên TJA, bi armanca piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD´ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvan a li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan, li Amed û Wanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Lê li Amedê polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser avahiya alakiyê de girt û 25 kes destgîr kirin. Greva Leyla Guven di roja xwe ya 34´an de dewam dike. Pêr greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê yên ji dozên PKK û PJAK´ê di hepsên Tirkiye û Kurdistanê de jî ji aliyê komîn nû ve dewr hatibû girtin. Ev grev jî bêdem e û serê 10 rojan dorveger e.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakî bi armanca piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven e. Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya xwe da destpêkirin û çalakî îro di roja 34’an de dewam dike. 22 aktîvîstên TJA´yê li Amed û Wanê ji bo sê rojan doh dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

 

Civak tê tecrîdkirin

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, di çalakiya jinan a li avahiya HDP’ê ya Amedê de axivî û got, “Ji sala 1999’an ve tecrîdeke girankirî li ser Ocalan dewam dike. Tecrîd li dijî hemû civakê ye. Em ê heta dawiyê xwedî li daxwazên Guven derkevin. Daxwazên Guven daxwazên me ne. Em dixwazin demildest tecrîd bê rakirin. Heta tecrîd rabe jî em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”

Piştî axaftina Tosun, jinan bi gotina dirûşmeya “Jin jiyan, azadî” dest bi çalakiya greva biçîbûnê ya sê rojan kir.

Lê belê dewleta Tirk û hêzên wê yên polîs xwe li çalakiyê ranegirt. Polîsan bi maşînên zirîpoş dor li avahiya HDP´ê ya bajêr girt û piştre jî avêt ser avahiyê. Di serdegirtinê de çalakger, zarokeke 2 salî jî di navê de bi giştî 25 kes hatin destgîrkirin.

Daxwazên Leylayê yên me ne

Li Wanê jî, TJA û Meclîsa  Dayîkên Aştiyê bi heman armancê, li avahiya HDP’ê ya Wanê ji bo sê rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Aktîvîsa TJA´yê Caziye Duman berî çalakiya greva birçîbûnê daxuyanî da û got, “Ji bo aştî û demokrasiyê em bi Birêz Leyla Guven re ne û daxwazên wê daxwazên me ne. Têkoşîna Birêz Guven a li dijî şidetê, di dil û mejiyê me de ye. Ji bo destekê bidin berxwedana Birêz Guven em dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dikin. Em berxwedana Birêz Guven ji vir silav dikin. Heta ku daxwazên wê bên qebûlkirin, çalakiyên me wê bidomin.”

Jinan piştre pankarta “Leyla Guven mafdar e, bila tecrîd rabe” hilgirt û pêşmalkên wêneyê Guven li ser li xwe kirin û dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan kir.

 

 MA / AMED/WAN

 
 

Daxwazên Leylayê qebûl bikin

 

Meclîsa Jinan a HDP’ê a Stenbolê û TJA’yê, berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîdê silav kir. Meclîsê û aktîvîstên TJA´yê, li ber Hepsa Jinan a Bakirkoyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsandî “Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bi dawî bibe” hate hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Leyla Guven mafdar e” hatin gotin.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê, Mûazzez Tore got, “Civak bi temamî tecrîdkirî ye. Heta ku tecrîd neyê rakirin, aştî û aramî pêk nayê. Ya ku pêşî li siyaseta xitimî veke û krîzê ji holê rake, şikandina tecrîdkirina civakî ye. Ya ku aştî û aramiya civakî pêk bîne, ev e. Divê daxwaza Leyla Guven bê qebûlkirin.”