Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê di çaroveya pêngavê de bi pêş ve diçin. Bi vê pêşveçûnê re hêviya gelê li herêmê ji bo rizgariya ji zilma DAIŞ’ê zêde dibe. Li herêma hêzên operasyonê lê bi pêş ve diçin, gundiyên ku firsendê dibînin xwe li herêmên ewle yên ku şervan lê ne, digirin.

Sivîlên ji Reqayê carna kom bi kom bi meşê, carna jî bi wesayîtan xwe digihînin herêmên ewle. Hêzên operasyonê jî pêşwaziya wan dikin û sivîlan li herêmên ewle bi cih dikin. Şervan her wiha bersivê didin hemû pêdiviyên welatiyên xwe li herêmên ewle girtine. Welatiyên ku tên, dema ji dûr ve tên dîtin, yekser av û xwarin ji bo wan tê amadekirin.

Di nava van koman de, gundiyên Diwelhe jî hene. Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê gundiyan pêşwazî dikin, av û xwarinê didi wan.

Emê êdî karibin azad bijîn

Reqayiyên axa wan ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bû, dan xuyakirin ku ew ji ber pêngava şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê gelekî kêfxweş in. Gundiyên Reqayê diyar kirin, çeteyên DAIŞ‘ê ew weke mertalên zindî bi kar anîne û bi vê rêyê ji gund reviyan e. Gundiyên Reqayê da zanîn, ku ji sala 2014’an û vir ve zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gel, her dewam kiriye.

Gundiyan gotin, çeteyên DAIŞ’ê piştî ku herêm dagir kirin, qanûnên xwe yên qaşo Îslamî ne, bi zext, zordarî û îşkenceyê li ser gel ferz kirine.

Gundiyên Reqayê ragihandin, ku kiryarên taybet ên çeteyan li dijî jinan dihatin kirin û anîn ziman, ku çeteyên DAIŞ’ê hewl didan zarokên keç ên navbera 9-16 salî bi zorê bi encamên xwe yên çete bidin zewicandin, beşek jê dan zewicandin û birin navenda Reqayê.

Şêniyên Reqayê ragihandin, piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê dibistanên li gundên wan hatine girtin, çeteyan dersên qaşo şerîat û cîhadê dan zarokan û ji bo zarokan di çalakiyan de bi kar bînin, ew bi vî rengî perwerde kirin. 


 HESEKÊ