DYE li dijî Îranê amadekariya şerê eskerî dike. Tê gotin, DYE ji bo şer pîlanekî ji du qonaxan pêk tê amade kiriye. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku DYE baregehên xwe yên eskerî yên li Iraqê komî ser hev dike bi taybetî hêzên Ereb ên Sûnnî yên li Tirkiye û Urdunê perwerde kirine anîne baregehên xwe yên Hewlêr, Mûsil û Enbarê.
ERDOGAN ALTAN / MA/SILÊMANÎ
Pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn ku pergala Modernîteya Kapîtalîzm pêş dixe, nêzî 30 sal in didome. Herî dawî ji ber şewba (Covîd-19), şer hat rawestandin û pêvajoyek nû pêş ket. Ligel vê şewba vîrusê hêzên serdest ên navneteweyî dixwazin sêyemîn şerê parvekirina Rojhilata Navîn bidomînin. Hêzên herêmê diyar dikin ku ev tenê bi şerekî germ pêkan e. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku navneda şer Iraq hatiye hilbijartin û DYA amadekariyên şerê li dijî Îranê ku ji 2 qonaxan pêk tê dike. Agahiyên ji qadê tên ên wekî ligel şewba vîrûsê DYA baregehên xwe yên leşkerî yên li Iraqê komî serhev dike van îdîayan piştrast dike. Bi taybetî hêzên Ereb ên Sûnnî yên hem li Tirkiye û hem jî li Urdunê perwerde dike kişandiye baregehên xwe yên li bajarên Hewlêr, Mûsil û Anbarê.
Çeteyan amade dikin
DYA, ji bo dewlet û hêzên heremî yên têkiliyên siyasî û aborî yên bi Îranê re hene ji Îranê dûr bixe, gefa cezakirina aborî, eskerî û siyasî li van hêzan dixwar. Piştî kuştina Qasim Suleymanî ji ber pêvajoya şewba vîrûsê şerekî pêkan hatibû rawestandin. Tê gotin, DYA niha dîsa amadekariyên şerê germ dike. Hinek çavkaniyên muxalif ên navenda wan li Bexdayê di weşanên xwe de îdea dikin ku navenda vê şerî Iraq û Başûrê Kurdistanê ye ku ev demeke dirêje di nava tevlîheviyê de ne. Agahiyên vê piştrast dikin jî ev in: DYA ev demeke baregehên xwe yên leşkerî yên li Iraqê komî serhev dike. Erebên Sûnnî yên ji hezar û 500 kesî pêk tên ku perwerdehiya wan li Tirkiyê hatiye kirin kişandine baregeha leşkerî ya DYA ya Hewlêrê. Hêza ku ji 3 hezar kesî pêk tê ya li Urdunê perwerde ditîn kişandin Baregeha Leşkerî ya Geyara ya Mûsilê, dîsa heza Erebên Sûnnî ya ji 4 hezarî pêk tê li baregeha leşkerî ya DYA ya li Anbarê hatine bi cih kirin. Hat gotin, ji bilî van DYA li Tirkiyê 30 hezar, li Urdunê jî 20 hezar kesî perwerde bike.
Pîlanê ji du qonaxan
Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku DYA li dijî Îranê pîlanê ji du qonaxan pêk tê amade kiriye. Hat îddîakirin ku qonaxa yekemîn bi ambargoya ser Îranê re ger di hundir de teqînek civakî çêbibe, DYA dike armanc ku bi êrişeke hewayî ya li ser Biryargeha Leşkerî ya Stratejîk a Pastarên Îranê bombarduman bike. Ji bo vê jî DYA ji bilî komkirina ser hev a baregehên xwe yên li Iraqê ku belav in, di nîsanê de balafirên B-52 û hêzekî ji 2 hezar û 500 leşkerî ya ji tam tecîzatî pêk tê yên aîdê Hêzên Taybet ên DYA yê ne li stargehên taybet ên di baregeha Leşkerî ya Hewlêrê de hatine bicihkirin û hazir hatine sekinandin.
Qonaxa duyemîn a plana DYA’yê bi rêxistinên Kurd ên Rojhilatî yên girêdayî PDK’ê û hin aliyên muxalif ên nava Îranê re li dijî rejîma Îranê di mijara şerekî germ a leşkerî de lihevkirin e. Hat diyarkirin ku ger qonaxa duyemîn pêk neyê dê rêxistinên Kurd ên girêdayî PDK û hin pêkateyên muxalif ên di nava welat de wekî qarteke cuda bixe dewreyê. Li gor vê wê di serî de rêxistinên Kurd li dijî Îranê têkoşîna gel a çekdarî bide destpêkirin, dê zemîna ku Îran li ser Rojhilatê Kurdistanê êrişeke giran pêk bîne were amadekirin, dê rê were vekirin ji bo gel koçberê Başûrê Kurdistanê bibe, di vê rewşî de jî DYA wê vekirî bikeve dewreyê, dê destpêkê qada hewayî ya li ser Rojhilatê Kurdistanê asteng bike.