Li goristana Pirsûsê gora şehîdên komkujiya Pirsûsê Osman Çîçek, Kasim Deprem û şehîdê komkujiya Enqereyê Yilmaz Elmascan bûn hedefa êrişekê.
Osman Çîçek ê 22 salî û Kasim Deprem ê 23 salî ku di komkujiya Pirsûsê de ya li ber Navenda Çand û Huner a Amarayê jiyana xwe ji dest dabû, her wiha Yilmaz Elmascan ê ku 10’ê Cotmeha 2016’an li Enqereyê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, li goristana Pirsûsê hatibûn veşartin. Pêr bi şev kesên nasnameya wan nediyar, êrişî gorên wan kir.
Êrişkaran kêlikên goran şikandin û zerer dane goran. Ne tiştekî veşartî ye ku dewleta Tirk êrişên li dijî şehîdên Kurd bi destê xwe berê organîze kirine, bi destê hêzên xwe yên çekdarî jî birêve birine.
RIHA