Piştî ku konsera Mem Ararat hat betalkirin, niha jî konsera hunermend Azad Bedran û Zinar Sozdar a li Nisêbînê hat betalkirin. Hunermendan nerazîbûn nişanî betalkirina konserê da û got, konsera wan li cihên din nehatiye betmalkirin, lê li Nisêbinê hatiye betalkirin. Hunermendan ev yek weke xweranegirtina li Kurdî şirove kir.

Şaredariya Nisêbinê ya HDP’î plan kiribû ku 28’ê Tîrmehê bi beşdariya Azad Bedran û Zinar Sozdar konserekê li dar bixe. Lê Qeymeqamiya Nisêbînê destûr neda ku konser bê lidarxistin. Şaredariyê armanc kiribû ku li Parka Navenda Çandê ya Mitani konsera li derve li dar bixe. Lê Qeymeqemiya dewleta dagirker  bi hinceta der barê Hunermendên Kurd Azad Bedran û Zînar Sozdar de doz hatiye vekirin, destûr neda  konserê.  Hunermend Bedran û Sozdar, nerazîbûn nîşanî biryarê da.

Li Amedê bû li Nisêbînê nebû

Hunermend Azad Bedran got, “Li min doz nehatine vekirin. Biryara qeymeqam xweranegirtina li hemberî muzîka Kurdî ye. Naxwazin ku çanda Kurd bi pêş bikeve. Rojên bihurî konsera Mem Ararat li Wanê asteng kirin. Dixwazin hunermendên yek tîp û çanda yek tîp bi pêş bixin. Em ê stranên xwe li her derê bibêjin. Konsera min a di 12’ê Tebaxê de li Amedê bi destûr e. Lê li Nisêbînê destûrê nadin. Min di 21’ê Tîrmehê de jî li Îzmirê konser da. Çima li Îzmirê destûrê didin û li Nisêbînê destûrê nadin?”

Hunermend Zinar Sozdar jî got: “Beriya bi 6 salan doz li min hatibû vekirin, bi encam bû û hat girtin. Ez ê vê mijarê bi parêzeran re jî biaxivim. Ez ê şopdarê vê yekê bim. Pêwîst be ez ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Sedem xweranegirtina li Kurdî ye. Ji bo ku ez li bajarê xwe konserê bidim pirr kêfxweş bûm. Lê ev yek jî qedexe kirin. Neheqiyê li Gelê Nisêbînê dikin. Ez biryarê şermezar dikim.”

MA / MÊRDÎN