Di serdema Xelîfe Omer de temamê Cîbalê ku welatê Kurdan e, hat fetihkirin û xelkê vê deverê Misilmantî nas kir. Nijadperestên Tirk xwe li gotin û nivîsandina vê yekê ranagirin û rastiya dîrokî şermezar dikin.
Partiya nijadperest a Tirk, xwe li kitêba Belazûrî jî negirt. Belazûrî di kitêba xwe ya beriya 12 sedsalan de, dibêje, Kurd piştî Ereban yekem milet in ku bûne Misilman. MHP li ber vê gotinê radibe û jê aciz e ku li gorî Belazûrî Kurd piştî Ereban qewmê duyem bin ku girseyî bûbin Misilman. Ha vê carê, ev agahiya ji kitêba Futuh al-Buldan (Fetha Welatan) a nivîskarê bi eslê xwe Fars Ehmed bin Yehya El-Belazurî, di kitêba dersan a sinifa 9´an a dewleta Tirk bi Tirkî jî cih girtiye.
Di vê kitêba dersê de gotinên, di heyama çar xelîfeyan de wek girseyî peywendiyên Kurd û Misilmanan çêdibin û piştî Ereban weke civak pêşî Kurd bûne Misilman.
Ev agahî ji kitêbeke ji sedsala 9´an nivîsandî hatine girtin, yanî di ser re 12 sedsal bihurî ne. Lê nijadperestiya Tirk xwe li ti tişta Kurd ranagire.
Berê me nûçeyên beav kiribûn ku di wergerên berhemên Evliya Çelebî de weşanxaneyan bi xwe peyva Kurdistanê sansûr kiriye. Niha jî Sekreterê Giştî yê partiya nijadperest a Tirk MHP´ê Îsmet Buyukataman, dixwaze dîrok bê guherandin. Wî nameyek ji Wezîrê Perwerdeyê yê dewleta Tirk Ziya Selçuk re şand û tê de got, rastiya dîrokî ji bo perwerdeya niştîmanî ya Tirk tehlûke ye.
MHP´ê dersa rastiyê şermezar kir
Êdî mirov nizane nijadperestiya Tirk çawa binirxîne ku bi xwe ji rastiya dîrokî ditirse. Ew piştre êdî neweyiyan jî dike: “Di heyama çar xelîfeyan de çend qebîleyan ola Îslamê qebûl kirine, lê ji hewldana îspatkirina ku piştî Ereban wek girseyî Kurd Misilman bûne, armanc ew e ku dixwazin berê mijarên siyasî û civakî yên Tirkiyeyê biguherin. Ev di warê perwerdeya millî de tehlûke ye. Bi hesabê ku Kurd berî Tirkan li herêmê hebûn, dixwazin têgeha ku xwediyê rasteqîn ê vê erdnîgariyê Kurd in, belav bikin.”
Buyukataman agahiyên dîrokî jî weke, “ne zanistî û ti sûda wan ji bo xwendekaran nîne” bi nav dike. Sekreterê Giştî yê MHPê Îsmet Buyukataman xwendina pirtûkê weke kitêba dersê jî şermezar kir. Wî her wiha xwest doz li kesên berpirsiyar bê vekirin. Ew pirtûka dersê bi xwe Samî Tuysuz nivîsiye û ew agahiyên xwe hemûyan disipêre kitêba “Fetûh el-Buldan”.
Pêşî Kurd û paşê Tirk
Li ser vê meseleyê lêkolîneke kurt mirov bike, her tişt zelal dibe. Fethên li devera Cîbal hemû di serdema Xelîfe Omer de (637-645) bûne û ev herêma Cîbal bi temamî bê minaqeşe Kurd bûye. Herçî koma Tirk e ya ku pêşî bûye Misilman jî Karluklu ye, yanî hîna nû di sedsala 8´an de. Jixwe hatina hember hev a Tirkan û Erebên Misilman jî pêşî sala 751´ê bûye di şerê Talasê de. Yanî nijadperestên Tirk pê biêşin û neêşin, Belazûrî çi nivîsî ye beriya bi 12 sedsalan rastiyeke dîrokî nivîsiye.
NAVENDA NÛÇEYAN