Hevserokê meclîsa Sûriya demokratîk MSD`ê, Riyad Dirar li ser çaranûsa bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê de yên ku QSD`ê di şer de ew dîl girtine, peyivî. Hevserokê MSD`ê Riyad Dirar bal kişand ser hewldanê rêveberiya Xweser û got; “Hejmara herî mezin a çeteyan li Baxozê xwe radestî QSD`ê kiribû.”

Çeteyên li gel QSD`ê girtî ji gelek welat û dewletan in. Tevî wan hejmarek mezin ji jin û zarokên wan jî hene. MSD`ê gelek caran bang li dewletan kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin, lê ew dewlet wergirtina çeteyên DAIŞ`ê red dikin.

Heta niha ti encam derneketiye

Li ser radestkirin û darizandina çeteyan jî Riyad Dirar got, “Çeteyên DAIŞ`ê gelek sûc kirine û armanc ji avakirina dadgehê, avakirina pergaleke ku adaletê li ser êsîran pêk tîne. Hîna nîqaş bi aliyên navdewletî re hene. Lê heta niha ti encam derneketiye. Ji ber ku nîqaşên girêdayî rêbaza ku çete dê li ser wê werin dadgehkirin, hîna dewam dikin.”

Em dikarin wan ceza bikin

Hevserokê MSD`ê Riyad Dirar, di dawiya axaftina xwe de  got, “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûnên ku mercên cezayê adil pêk tînin hene. Lê hîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê statuya xwe ya rewa bi dest nexistiye ku bi navê dewletê cezayê bibirre.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN