Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji Elmanya dixwaze ku leşkeran bişîne Rojavayê Kurdistanê û ji bo perwerdeya leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibe alîkar. Nûnerê Emerîkayê yê Anti-DAÎŞ-Koalisyon û Nûnerê Taybet ê Emerîkayê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey ji rojnameya “Welt am Sonntag” re axiviye û qala vê daxwazê kiriye.
Jeffrey dibêje, divê Elmanya yekîneyên xwe bişîne bakurê Sûriyeyê da ku ji bo perwerde, lojîstîk û pêwîstiyên teknîkî yên QSD´ê re bibin alîkar û dixwaze ku li şûna beşek ji leşkerên wan yên li wê herêmê ew dixwazin hêza bejahî ya Elmanya li herêmê bê bicihkirin.
Bi 80 welatan re
Her wiha Jeffrey dibêje ew bi xwe ji bo hikumeta Merkel îqna bike Înê hatiye paytexta Elmanyayê Berlînê. Wî li Berlînê jî ji Merkel re gotiye: “Em li wan mutefîkan digerin ku bi xwesteka xwe piştgiriyê bidin me ji bo ewlekirina bakurê Sûriyeyê.”
Tê gotin, rêveberiya Emerîkayê ji bo plana herêma ewle ya li Rojavayê Kurdistanê ku dixwaze hem ji êrîşên dewleta Tirk hem jî ji êrîşên rejîma Esad biparêze, bi 80 welatan re ku piraniya wan welatên rojavayî ne di nava têkiliyê de ye.
Heta meha Tîrmehê gerek bersiveke bidin
Jeffrey derbarê daxwazên ji rêveberiya Berlînê jî got, “Em li bendê ne ku di nava meha Tîrmehê de hikumeta federal bersiveke vekirî eşkere bike. Em dixwazin nîşanî Serok (Donald Trump) bidin ku partnerên me yên koalîsyonê hewl didin.”
Sala 2014’an dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin Elmanyayê yekîneyeke xwe şandibû Başûrê Kurdistanê û dest bi perwerdekirina hêzên pêşmergeyan kiribû ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikirin.
BERLÎN