Qebîleya Lummi ji 2 hezar kesî pêk tê û li Linghamê dijî. Bi salane bi pirsgirêkên alkol, hişber û pirsgirêkên malbatî re rû bi rû ye. Qebîle xwecih li gorî qanûnên gelên xwecih, kesên ku alkol û madeyên hişber ên ku dahatûya qebîleyê tehdît dike, bi kar tînin, ceza dike û hewl dide ku rêjeya ceza kêm bike.
Kesên pêşeng ên qebîleya Lummi, kesên ku madeyên hişber bi kar tîne, weke “kesên nayên xwestin” bi nav dikin û li gorî çanda xwe ceza li wana dibirin.
Lê hin aliyên civakê vê yekê weke “pêkanîneke ne mirovane û cezakirina zêde” bi nav dike û van pêkanînan rexne dike. Lê ji ber ku ev sucên tê kirin gef li hemû awayên jiyanê dixwin, ew jî neçar in ku vî cezayî pêk bînin.

Banga alîkariyê kir

Serokê Konseya Qebîleya Lummi Darrell Hillaire, diyar kir ku qebîleya wan li dijî madeyên hişber dest bi kampanyaya “Êdî bes e” kirine. Hillaire bang li “mirovên spî” kir û ji wana xwest ji bo gelê xwecih bikaribe vê pirsgirêkê çareser bike, alîkarî bidin wana.
Qebîleyên din ên xwecih weke Chippewa, Minn jî rêbazên bi vî awayî bi kar tînin. Kesên ku tiştek li dijî nirxên civaka xwecih tiştekê dikin, ji nava qebîleyê têne qewitandin, ji cih, perwerde û tenduristiyê bêpar têne hiştin. Her wiha, nikarin biçin nêçîrê û sûdê ji alîkariya aborî jî bigirin.
Rêber bavikê Noland ê qebîleya Lummi Yevonne Nonald ragihand ku ji ber ku kurê wî madeyên hişber difirot, ji aliyê pêşengên qebîleya Lummi ve hatye cezakirin û malê wî hatine desteserkirin, her çendî, li hemberî biryara dadgehê îtîraz hate kirin jî, lê bê encam man.
Noland qebûl dike ku kurê wî Robert Zamora û biraziyên wî sucê karanîna madeyên hişber dikin  lê dibêje ku ev biryara ku pêşengên qebîleya Lummi girtine pir “barbarî ye” û got; “Ez ji bo kur û biraziyên xwe pir bi fikar im. Niha mirovên spî wana avêtine girtîgehê. Dema sibe derketin derve dikarin çi bikin? Hemû jî nehatine perwerdekirin. Ger mirovên spî bizanin ew ji nava qebîleyê hatine qewitandin û vegera nav qebîleyê hatiye qedexekirin, dê çi bikin?”
Tekoşîna li dijî madeyên hişber di nava Konseya Qebîleya Lummi de bû sedema nêrîn û gotûbêjên cûda. Alîkara Serokê LTC Perry Adams, diyar kir ku cezayên ku li kesên ku van sucan dikin û madeyên hişber bi kar tînin, têne birîn pir giran in.
Rêberên qebîleyê dibêjin ku 500 xwecih pêgirê eroîn, hebên êşkuj û alkolê ne. Ji ber karanîna van madeyan di nava qebelîeya Lummi de rêya mirinê jî zêde bûye. Rêberên Lummi goristana miriyan weke delîl nîşan didin û diyar dikin ku piraniya wana ji ber karanîna van madeyan mirine.
Serokê LTC a ku 11 endamên wê hene Hillaire dibêje; "Ger em dilsozê dîroka çand û pêşiyên xwe bin, divê em li gorî çand û edetên xwe cezayan pêk bînin. Lê ger em berovajiyê vê yekê bikin û mirovên spî ji xwe re bikin mînak, em ê ji çanda xwe dûr bikevin. Tu rêyek din tune. Civaka me tu carî eslê xwe ji bîr nake. Ji ber wê jî em ê bi rêbazên xwe yên dîrokê vê pirsgirêkê çareser bikin.”


ANF/SYDNEY