Ev maskeya hanê ne maskeyeke asayî ye, ew ji kevirên reng-turkuwaz wekî mozaîk hatiye çêkirin û muhtemelen Xwedayê Êgir (Xiuhtecuhtili: Mîrê reng-turkuwaz) ê Aztekan e.  Ev kevirên turkuwaz jî li ser dara ji sedrê hatine bicihkirin. Çav bi xwe ji sedefê ne û diran jî ji qaqilkên deryayî hatine çêkirin. Nava maskeyê jî bi zencefîlê hatiye boyaxkirin. 

Li gorî texmînan di sedsala 15´an de hatiye çêkirin, û pispor weke sînorên texmînê jî 1400-1521 diyar dikin. Ev maske li Meksikayê hatiye dîtin û niha li British Museum a Londonê ye. Bi pirranî împeratorên aztek ev maske datanîn ser rûyê xwe da ku rîtuelên elaqedarî avakirina dinyayê û kirinên lehengên çanda Aztekî bi rê ve bibin. 


LONDON