Kurdistaniyekî li ser tora medya civakî digot, “Xwedê em çêkirine”. Ev gotina wî belkî her roj gelek kes dibêjin. Lê bi temamî nizanim çima, lê vê carê vê gotina ji devê vî kalemêrê Kurd derketî weke tîrekê li nava dilê min da. Kezeba min şewitand û fena ku bibêje, Kurdbûna me ne bi destê me bû, wî em çêkirin ango Xwedê em çêkirin. Ew Xwedayê hûn giş dibêjin, yek e, û qaşo hûn jê bawer dikin; di zikirkirina wî de jî hûn zêde didin helemanan. Kurt û Kurmancî, kalemêrê Kurd dibêje, bi înkarkirin û qirrkirina me, hûn li ber Xwedê radibin. Yanî dibêje, “hûn!” dagirkerên Kurdistanê hûn li ber heq radibin û hûn bi van kirinên xwe kafir in, ne li ser riya heq in; hûn dijminê heq in.
Dagirkerên Kurdistanê, çendîn Kurd hişyar dibin û bi ser xwe ve tên; xwe nas dikin, hêrs dibin, înkar û qirkirinê zêde dikin. Ji bilî xwe tiştekî nabînin, xwe xistine şûna Xwedê û êriş dikin. Êrişî her tiştê dewrûbera xwe dikin. Dar û beran, xweza û jîngehê talan dikin.
Pîlangeriya înkar û qirrkirinê, aşê mezin ê hêrandin û tinekirinê bi destê dewleta Tirk a çete tê meşandin. Ew çend dîn û har bûye, kef û girêz bi devan ketiye, qîlê xwe li Başûr û Rojava jî nîşan dide. Li Japonyayê Kurdek dersa kurdî jî bide hil dibe û êrişî wir jî dike. Li Îmraliyê jî diçe û tê, dixwaze vê li wir ferz bike û bide qebûlkirin. Di hevdîtinên dawî yên parêzeran li Îmraliyê de em vê yekê dibînin. Rêber Abdullah Ocalan ji wan re dibêje, bi kuştin û xwînrijandinê pirsgirêk çareser nabe. Lê diyar e ku ev gotin di guhekî wan re dikeviyê û di yê din re derdikeve. Bêjiyê wan Dogu Perînçek ê berdevkiya wan dike, dibêje; me keysa xwe li wan aniye û em dikarin wan tine bikin. Ji xwe re bi vî awayî ber dilê xwe xweş dikin. Nikarin bibînin qûş li wan qetiyaye, Tevgera Azadiyê di nava pênc şeş salan de ji Dêrika Hemko heta bi Dêra Zorê welatekî demokratîk û xweser ava kiriye. Li her bihost erda Kurdistanê jî Tevgera Azadiyê reh û şax ber dide. Roj bi roj dor li dagirkeriyê teng dibe. Rêber Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî îşaret bi hin mijaran dike û bi ya min rengê berxwedanê yê nû destnîşan dike. Mînak qala awayên tevgerên civakî dike û heta ji HDPê re dibêje, ez bûma min ê rahişta melkesê û kolan paqij bikira. Dîsa îşaret bi girîngiya zimanê Kurdî dike. Di vê çarçoveyê de hûrûkûr li ser Cizîrê disekine wê weke navendeke çandê diyar dike; ji awirekî cuda û bi ilmekî xurt ê civaknasiyê bi destana Mem û Zînê dadikeve. Ji parêzeran re qala girîngiya xwenaskirinê dike. Bi awayekî ji awayan dibêje, dema mirov xwe nas bike, li ku dibe bila bibe wê dilê wî/wê li ser axa niştiman a dayik lê bide.
Di encama têkoşîna demeke dirêj a Tevgera Azadiyê de Bakurê Kurdistanê hema bêje ji sedî 90 dengê xwe dide xwe. Ev nîşan dide, di warê hişyarkirin û serwextiyê de Tevgera Azadiyê bi ser ketiye. Lê îcar dor hatiye, civakeke xwerêxistinkirî ango civakeke bi nasnameya xwe ya çandî xwenaskirî û xwe bi rê ve dibe. Lewma Rêber Abdullah Ocalan digot, her malek dibistanek. Mirovên bîrbir, bîrewer û serwext ji xwe, ji mala xwe dest pê dikin. Eger em qala siyasetê bikin jî siyaset wilo tê kirin, naxwe wê siyaset ji daxuyaniyan wêdetir neçe û wê bibe rûkêşeke rejîmên zordest. Ji bo bîrbiriya Tevgera Azadiyê di encama têkoşîna salan de çêkiriye bi gewde bibe, pêdivî bi vî rengê siyasetê yê civakî û çandî heye ku em dikarin weke rengekî siyasetê yê xweparastin û hebûnê destnîşan bikin. Û em ji wan re bibêjin, “Xwedê em çêkirine. Ne dîwarên we yên şermê, ne jî herêmên we yên qaşo ewle pere nakin, tewş in. Divê em bi siyaseteke civakî ya xurt van dîwaran hilweşînin. Holanên topên çandî wê van dîwaran xira bikin. Kurdistana bi aqil û çandê geş bibe, ji bo mirovahî û wijdan bibe herêma herî ewle”.