
Cizîr ji bo Azma li kolanan bû
Piştî ku li vir wecîbeyên olî pêk anîn ciwanan cenazeyê Azma ku bi ala KCK’ê pêçan û hilda ser milên xwe û ber bi Goristana Şehîdan a li taxa Kobanê ve bi meşê birin. Di meşê de alên PKK’ê û KCK’ê, wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Mûsa Azma hatin vekirin, dirûşmeyên, “Şehîd namirin” , “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana Kobanê” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin berzkirin. Piştî girse gehişt goristanê cenazeyê Azma bi dua û diruşmeya, “Şehîd namirin” sipartin axê.
´Xwedî derketin bersiv´
Piştî rêzgirtinê Rêveberê MEYA-DER’a Cizîrê Mele Qasim Yîgît axivî û sersaxî li malbata Azma û hemû gelê kurd re xwest. Yîgît diyar kir ku dewleta tirk xwest di sersalek din de cardin li ser gelê kurd komkujiyekê pêk bîne û wiha got: “Her ku gelê me bi vî awayî xwedî li şehîdan xwe derkeve, dê hesabên van hêzên tarî têk biçin. Ev xwedîderketin dê bibe sedem ku xelayên şehîdên me pêk bê.” Yîgît anî ziman ku gelê kurd gelek bedel dane û wiha axivî: “Axa Kurdistanê êdî ji xwînê têr bûye. Bila dewletên dagirker aqilê xwe bidin ser xwe û dev ji van komkujiyan berdin.”
Hîzbulkontra-JÎTEM-AKP
Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salih Gulenç jî diyar kir ku ew di kesayeta Mûsa Azma hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Gulenç balkişand ser polîtîkayên dewleta tirk yên çil salan û wiha got: “Gelê kurd ev çil sal e li ber xwe dide û dewleta tirk salên 90’î dixwest bi destê JITEM û hizbûlahê têkoşîna gelê kurd têk bibe. Îro jî AKP bi destê Hizbul-Kontra dixwaze li ser gelê kurd komkujiyan pêk bîne.” Xalê Mûsa Azma, Nezam Bayar jî diyar kir ku Mûsa cangoryiyê Kurdistanê ye û tenê ne şehîdê malbatê, şehîdê gelê kurd e. Piştî axaftinan welatî bi girseyî çûn konê sersaxiyê yê li taxa Cûdî hatiye vedan.
DIHA/WAN