Li Stcokholmê çalakgerên greva birçîbûnê bi rêveberên Navenda Olof Palme ya Navneteweyî re civiyan. Bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê li Borlangeyê jî mijara civaka Kurd bûn. Li vir Kurd çûn serdana şaredar û partiyên siyasî. Li Atînayê jî meşeke bêdeng hat kirin.

Çalakgerên li Stcokholmê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi rêveberên Navenda Olaf Palme ya Navneteweyî re civiyan.

Hevdîtin li buroya navenda desteyê hate kirin. Ji çalakgerên grevê Lehon Lehonî, Fadîme Duzgun û Mûdfîde Yildiz, ji ‘Platroma Piştevaniya bi Çalakgerên Greva Birçîbûnê re’ Latîfe Fegan seroka Navenda Olof Palme Anna Sundstrom, Berpirsa Maseya Tirkiyeyê Helîn Şahîn û Berpirsa Maseya Sûriye û Rojavayê Sahrayê Daniella Barsooum Malki beşdarî civînê bûn.

Çalakgeran têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, tecrîdkirina wî bi destê dewleta Tirk, zext û êrîşên li dijî hevşaredar û rêveberên HDP’ê, rêveberên Navenda Olof Palmeyê agahdar kir.

Çalakgerên greva birçîbûnê bêdengiya cihana ji derve ya li dijî grevên birçîbûnê rexne kir û ji Navenda Olof Palme daxwaz kir ku xwedî helwêst bin.

Daxwaz rewa ne

Sundstrom got, daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê û Leyla Guven rewa û qanûnî ne: “Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tev bigere.” Sundstrom soz da ku ew ê bi sifeta seroka Navenda Olof Palmeyê mijarê bi Wezîra Karê Derve Margot Walsstrom re bicive.

Çalakgerên greva briçîbûnê li Qada Odenplanê kon danîn û bê navber dirûşmeyên teşhîrkirina tecrîdkirinê û dewleta Tirk gotin. Wan bang li raya giştî û hikûmeta Swêde kir da ku piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê bikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Swêdê Borlangeyê di roja 3’an de ye. Çalakger doh çûn serdana partî û şaredariyan û dosyayên derbarê tecrîdê de dan wan.

 

STOCKHOLM