Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan got, "Lazim e gelê Kurdistanê, raya giştî ya navneteweyî, hêzên pêşverû yên Ereb vê baş zanibin; di rewşa heyî ya Sûriyeyê de rola AKP'ê diyarker e. Armancên gelekî qirêj ên Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê hene. Tevî vê yekê, çawa ku Tirkiyeyê xwest bi destê çeteyên DAIŞ'ê Kobanê bi dest bixe, niha jî Efrîn kiriye hedefa xwe. Lazim e gelê me û raya giştî ya pêşverû li pêşberî vê yekê bêdeng nemîne. Gelê Kurdistanê, çawa ku xwedî li Kobanê derket, girîng e îro jî xwedî li berxwedana lehengî ya gelê Efrînê derkeve. Rewşeke cidî heye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan li ser pirsa li ser fermana wî ya venekişîna ji Şehbayê û êrişên Tirk ên li deverê de got, "Ev nûçeyeke derew e. Ti têkiliya min bi hêzên li wir re nîne. Lewma ne pêkan e ku min bi rêya telefonê yan jî bêtêlê bi wan re têkilî danîbe. Di bingeha hemû senaryoyên dewleta Tirk ên li dijî Rojava de dereweke mezin, xapandineke mezin, namerdiyek heye. Beriya her tiştî yên li herêma Şehbayê bûne hedefa êrîşa dewleta Tirk û niha li dijî dewleta Tirk û komên wê yên çete li ber xwe didin, PYD û YPG nînin. Hêzeke bi navê Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) e ku ji 6-7 komên cuda yên niha nikarim navê wan jî bilêv bikim, pêk tê. Di nava van koman de hin jê komên Kurd in -ku ev ji Kurdên li herêma Şehbayê pêk tên-, hin jê Erebên pêşverû, komên xwedî nêrîna demokratîk û koma Meclîsa Leşkerî ya Babê ye."

Ji ber ku Kurd in dewleta Tirk wan dike hedef

Karayilan got, ji ber ku ev Kurd in û dostên Kurdan in, dewleta Tirk wan dike hedef û wiha dewam kir: "Li gorî TC´yê dibe ku sûcekî din ê van hebe! Ew çi ye? Ragihandine ku di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de cih digirin, ku YPG jî di bin vê sîwanê de ye. Her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi xwe eşkere kir ku ew piştgiriyê dide berxwedana li wê derê, piştgiriyê dide armanca pêşveçûna ber bi Babê ve. Jixwe, Fermandariya YPG'ê ya Efrînê ev bi rengekî vekirî eşkere kir; da xuyakirin ku ew ê destekê bide hêzên şoreşger ên li vê derê."

Karayilan got, di rastiyê de hêzên çete ne xwedî hêza şer in bi tenê li pêşiya Tirkiyeyê perdeyek in û wiha dewm kir: "Dewleta Tirk ji bo pêşî li avabûna Sûriyeyeke demokratîk bigire û nehêle Kurd di nava vê Sûriyeya demokratîk de bibe xwedî statu, êrîş dike. Yanî êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şehbayê, li dijî statuya Kurdan û Sûriyeya demokratîk e. Bi rengekî vekirî dijminatiyê li Kurdan dike. Rewş eşkere ye; dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan dixwaze dest li vîna gelan werde û li ser vê bingehê sîstema xwe ya dîktatorî, feraseta xwe ya mezhebî û helwêsta xwe ya antî demokratîk li ser hemû herêmê ferz bike."

Murat Karayilan îşaret bi dorgitrina aborî û eskerî a li Efrînê kir ku ji 5 salan ve dewam dike û got, "Bi hezaran mirovên ji ber êrîşên Tirkiyeyê reviyane, niha gihîştine kampên penaberan ên li Efrînê. Dixwazin van mirovan tengav bikin. Tank li dora Efrînê civandine û bi topbaranê dixwazin bixin bin kontrola çeteyan."

Banga xwedîderketina li Efrînê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan îşaret bi armancên qirêj ên Tirkiyeyê li Sûriyê kir û ev bang kir: "Çawa ku Tirkiyeyê xwest bi destê çeteyên DAIŞ'ê Kobanê bi dest bixe, niha jî Efrîn kiriye hedefa xwe. Lazim e gelê me û raya giştî ya pêşverû li pêşberî vê yekê bêdeng nemîne. Gelê Kurdistanê, çawa ku xwedî li Kobanê derket girîng e îro jî xwedî li berxwedana lehengî ya gelê Efrînê derkeve. Rewşeke cidî heye. Bêguman ev rewş di asteke cidî de bandorê li me jî dike. Çima? Ji ber ku li wir gelê Kurd dijî."

Li ser hebûna PKK´ê derewan dikin

Karayilan li ser nûçeyên ku YPG û PKK´ê zek nîşan didin nerazîbûn nîşan da û got, "Li wir PKK nîne. Li wir Ceyş El siwar û YPG hene. Gotinên ku dibêjin di navbera YPG, PYD û PKK'ê de têkiliyeke organîk heye, dereweke mezin e. Dewleta AKP/Erdogan ji bo Kurdan bike hedef, vê derewê dike. Ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî, hîn bêhtir derewan û agahiyên şaş li vê yekê zêde dike û vê hedefa xwe derdixîne pêş. Hem gelê xwe dixapîne, hem jî dixwaze gelên cîhanê bixapîne. Qaşo, ji wê we ye ew ê DYE´yê bixapîne. Li wir gelê Kurd heye."

Karayilan banga hişyariyê li hemberî vê siyaseta Tirkiyeyê û dijminatiya AKP ya li dijî Kurdan  Li dijî siyaseta derewîn, înkar û dijminatiya li Kurdan a AKP'ê li hêzên navneteweyî kir û got, "Niha jî dibêje, 'Ez ê berê xwe bidim Babê'. Gelo ew çeteyên ku niha pê re, berê ne li Babê bûn? Dema ketin nava Babê çi kirin? Sala 2012'an dema ev ketin nava Babê, ji qatê şeşemîn ê avahiyan, mirov avêtin jêrê û kuştin. Li pêşberî me komên bi vî rengî yên xwedî pêkanînên hovane û terorîst û rastiya dewleteke piştgiriya van dike, heye.

Berxwedana Ceyş El Siwar a li ser navê demokrasî, mirovahî û gelan dimeşîne, berxwedaneke mezin û watedar e."


ROZERÎN ROJ / ANF / BEHDÎNAN