Hewldana 78'an û Komîsyona Edalet û Heqîqetê, ji bo Girtîgeha Amedê bibe muze li qada Îstasyonê ya Amedê bi tevlêbûna hezaran kesan mîtîngek lidarxist. Bi hezaran kesên tevlî bûn xwestin Girtîgeha Amede bibe muze û tecrîda li ser Ocalan tê meşandin bi dawî bibe. Girsê bê navber tecrîd şermezar kir û her weha piştgirî da çalakiya grêva birçîbûnê ya li girtîgehan. Li qada mitîngê li ser dikê pankarta mezin a ''Girtîgeha Leşkerî ya Hêjmar 5 a Amedê bila bibe muzeya mafên mirovan" hate vekirin. Li qadê jî pankartên "Em berxwedana bi Mazlum û Xeyriyan dest pê kir, bi rihê berxwedanê azad bikin" hate vekirin. Li qada ku rengên kesk, sor û zer serdest bû li 2 nokteyên cuda, bi daxwaza ku Zindana Amedê bibe muze dezgehên îmzayan hatin vekirin.

Gelek rêxistin piştgirî dan

Li ser dikê girtiyên ku li Zindana Amedê hatin qetilkirin û di çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan yek bi yek hatin xwendin. Di mîtîngê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan, malbaten Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Cemal Arat, Ferhat Kurtay, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak, parlamenterên BDP´ê tevî nûnerên KCD, ÎHD, KURDî-DER, MAZLUMDER Diyar TUHAD-DER, MEYA-DER, GUNSÎAD, KESK û TMMOB´ê nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl amade bûn.
Mitîng bi rêzgirtinê destpêkir û paşê li ser navê Komîteya Amadekar û Hewldana 78'an Gani Alkan axaftina vekirinê kir. Piştre berdevkê Hewldana 78'an Celalettin Can, axivî û xwest kesên ku li Zindana Amedê îşkence meşandine werin dadgehkirin.

Îmha û înkar dewam dike

Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk jî di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Amedê û diyar kir zext û polîtîkayên li zindana Amedê  hatine meşandin, îro jî bi şêwazên cuda bi destê AKP´ê tê meşandin. Turk anî ziman ku têgihiştina înkar û îmhayê ya li dijî Kurdan neguheriye û got: "Dixwazin pirsgirêka Kurd bi şîdetê çareser bikin." Turk diyar kir ku hikûmeta AKP´ê rastiyê berovajî dike û ji bo têkoşîna kurd ya aştî û azadiyê pûç bike di nav hewldanan de ye. Turk xwest zindana Amedê bibe muzeya  mafên mirovan û daxwazê hezaran kesan li ber çavan bê girtin.
Di mitîngê de Hevsera Necmettin Buyukkaya Cemile Buyukkaya, dayika Cemal Arat Sakine Arat û xwişka Mazlum Dogan Arife Dogan jî axaftin kirin.
Mitîng bi stranên hunermend Îlkay Akkaya bi dawî bû. 

  DÎHA/AMED