Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî xweseriya demokratîk a Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya li Kobanê pîroz kir û got, “Em hêvîdarin ku ev xweserî wê ji bo demokratîkbûyîna Sûriye û Rojhilata Navîn bibe mînak.”
KCK’ê di peyama xwe de ragihand ku ji bo azadiyê li Rojava berdelên mezin hatine dayin û keda gelê Kurd jî bi van pêngavan vala ne çûye û wiha hate gotin: “ Di serî de rêheval Şîlan, Rustem û Sadik zêdeyî hezar şehîdên Kobanê hene. Xweseriya Demokratîk a li Kobanê hat îlankirin, bi xwîna şehîdên me û keda gelê me pêk hatiye. Şoreşa ku xwe gihand Xweseriya Demokratîk, vî gelî bi her awayî heq kiriye. Bi qasî hêza destpêkirina şoreşê gelê Kobanê xwedî hêza parastina vê şoreşê ye. Şoreşa Rojava bi îlana xweseriya demokratîk re ne tenê çarenûsa Kurdan qedera tevahiya Rojhilata Navîn diguherîne. Hesreta tevgerên gel ên weke Bihara Ereb tên binavkirin, bi awayekî herî baş îro ji aliyê gelê Rojava ve bicih hatiye anîn. Mînaka herî berçav a rêveberiya xwe bi xwe ya gel Şoreşa Rojava û sazîbûyîna wê ya demokratîk e. Tevî êrîş û dijminatiya hêzên ku xwerêvebirina gelê Rojava ji bo desthilatdariyên xwe yên hegemonîk xetere dibînin, şoreşa Rojava li ser piyan maye û xweseriya demokratîk îlan kiriye.”
‘Divê cîhan li ber çavan bigire’
Di peyama KCK’ê de Şoreşa Rojava û rêya çareseriyê ya gelê Kurd li Rojava mîna mînakeke girîng a ji bo tevahiya Rojhilata Navîn hate binav kirin û wiha hate berdewam kirin: “Mîna ku Rêber Apo bangawaziya wê kir, divê gelemperiya cîhanê Şoreşa Rojava li ber çavan bigire. Çareseriya tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û rizgariya gelan, di zîhniyet û rêxistinbûyîna vê şoreşê de heye. Di vê şoreşê de neteweperestî nîne, azadî û demokrasî heye; xwişk û biratiya gelan heye. Li cihê azadî û demokrasiyê hebe, wekhevî, maf û edalet heye. Maf û azadiya hemû civakan, di vê şoreşa dûrî neteweperest û olperestiyê, tên jiyîn. Di vê şoreşê de hemû ol û bawerî weke exlaq û çanda civakan tên jiyîn. Di vê şoreşê de bawerî ne navgîneke talan û mêtîngerîyê ye. Di vê şoreşa ku ne desthilatdarî lê azadiya civakî heye de, hemû bawerî digihêjin nirxê xwe yê rastîn.”
‘Ji bo herêmê mînak e’
KCK’ê di peyama pîrozbahiyê de bal kişande têgihiştinên kevneperest û desilatdarparêz ên li Rojhilata Navîn û rêya tekane ya çareseriyê jî mîna afirandina civaka demokratîk binav kir. Di peyamê de ev mijar jî wiha hate rawe kirin: “Dermanê Rojhilata Navîn, dûrketina ji desthilatdariyê, demokratîkbûyîna xwe dispêre civaka demokratîk û pêkanîna azadiya civakî ye. Li Rojhilata Navîn pêwistî bi rêxistinbûyîneke siyasî û zîhniyeteke ku cihêrengiyan ne dijmin lê weke dewlemendiyê dibîne, heye. ”
‘Adaleta jinê cewhera Şoreşê ye’
KCK’ê di peyama xwe de li ser girîngiya rola pêşengiyê ya jinê di Şoreşa Rojava de jî rawestiya û wiha got: “Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê ya bi pêşengiya şoreşgerên mezin ên mîna Şîlan Kobanê, bi pêş dikeve. Wicdanê jinê, edaleta jinê, hezkirina jinê cewhera Şoreşa Rojava ye. Berxwedan û şehadeta Şîlan Kobanê ne tenê ji bo serhildana şoreşger a gel a li Kobanê, di heman demê de ji bo Şoreşa Rojava ya îro bûye ruh û cewher. Dûrmayîna ji Şoreşa Rojava û Kobanê, dûrketina ji azadî û demokrasiyê ye. Nêzbûna li Şoreşa Rojava û fêmkirina wê jî, tê wateya destpêkirina serdemeke nû ya azadî û demokrasiyê li Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn. Xweseriya Demokratîk a li Kobanê, tevî ku hêz da Kantona Cizîrê, di demokratîkbûyîna Sûriyeyê de jî gaveke gelekî mezin e.”
ANF/BEHDÎNAN
Fermandariya YPG`ê pîroz kir
Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo, peyameke pîrozbahiyê ji Serokê Meclîsa Rêvebir a Kantona Kobanê Enwer Muslim re şand Peyama Sîpan Hemo wiha ye: “Em amade ne ku bi Desteya Parastinê ya rêvebiriyê re kar bikin. Em bi hêvî ne ku ev gava dîrokî bibe destpêka qonaxeke nû ya azadî û demokrasiya hemû gelên herêmê.”