Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim ji ajansa nûçeyan RojNewsê re peyivî û got, ji sedê 65 ta 70’yê xelkê Kobanê vegeriyaye Kobanê û sazî û welatên ji bo avakirina Kobanê soz dayî jî, sozên xwe bi cih neanîne. Enwer Muslimli ser mijarê weha peyivî: "Niha her kes dizane rewşa Kobanê çi ye; piştî ku di 27'ê Çileya sala 2015'an hat rizgarkirin, dest bi avakirina wê hat kirin. Wê demê ji sedê 70´yê binesazî, şebekeya avê, xizmeta tenduristiyê, sektora çandiniyê û yîn mayî betal û bêkêr bûbûn.”

 

‘Gelek soz hatin dayîn, lê ti kesî destek neda’

Enwer Muslim di dewama axaftina xwe de bal kişand ser sozên ji bo alîkariya Kobanê hatîn dayîn û weha dewam kir; “Lê piştî bangên ji bo jinûve avakirina Kobanê hatin kirin, pirr soz hatin dayîn ji bo avakirinê. Ji aliyê sazî û hinek welatan ve. Lê mixabin di aliyê pratîkî de, ti kesî destek neda. Bakurê Kurdistanê bi şaredariyên xwe alîkarî kir. Enqazên Kobanê rakirin. Bi rastî kedeke mezin dan. Lê piştî enqaz rabû û xelk vegeriya Kobanê, zehmetiyeke din çêbû. Yek jê, hem ew kesên soz dayîn sozên xwe pêk neanîn, ya dûyemîn jî careke din dorpêçek li ser Kobanê hate meşandin. Hem bi destê Başûr, hem jî ji aliyê Bakur ve."

 

'Hinek alîkarî hatiye rawestandin'

Muslim got, xelkê Kobanê bi derfetên xwe avahiyên xwe çêdike û weha dewam kir; "Li rexmê kêm derfetiyan jî, dîsan xelkê Kobanê bi îmkanên xwe ji bo xwe avahiyan çêdike. Weke rêveberiyên me jî karî di warê av, elektrîk, nan û binesaziyê de hinek xizmetan bikin. Ev kar jî ji aliyê şaredariyê ve pêk hatin. Lê hinek tiştên me li Deriyê Sêmalka hatine desteserkirin. Niha li wê derê hatine rawestandin. Ev yek mirovî xemgîn dike."

Muslim dewama şer bi bîr xist û got,  Kobanê xwe dide ber alîkariya ji bo meclîsa Eskerî ya Minbicê. Muslim îşaret bi minaqeşeyên li ser sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê jî kir û got, "Wê di demên pêş de ji bo ev sîstem bê bicihkirin, ji bo hilbijartinê jî xebat pêk werin. Di pêşerojê de wê ji bo hemû Sûriyeyê  xebatek demokratîk û federal ji bo hemû pêkhateyên weke Suryanî, Kurd, Ereb, Tirkmen  û Aşûriyan werin kirin."

 

Pirraniya xelkê vegeriya Kobanê 

Muslim bal kişand ser vegera li Kobanê û got, halê hazir qederê 250 ta 300 hezar, ango ji sedê 65 ta 70´yê xelkê Kobanê vegeriyaye Kobanê û ev veger hîna jî dewam dike. Muslim daxwaz kir ku dorgirtina li Kobanê betal bibe û banga dewamkirina vegera li Kobanê jî weha dubare kir: "Werin, cihê xwe di pêşvebirin û avakirina Kobanê de bigrin."

 

'Kobanê xeta mirovahiyê parast'

Enwer Muslim got, Kobanê îradeya Kurdan parast û wiha axivî; "Xeta mirovahiyê parast. Li ser xaka Kobanê, xelkên, Başûr, Bakur û Rojhilat şehîd bûn û cihê xwe di nava têkoşîna Rojava de girtin."

Muslim ji ber vê yekê banga hevkariya hersê parçeyên mayî yên Kurdistanê bi Kobanê re kir û gazina ji ber ambargoyê jî weha îfade kir, "Îro ji aliyê Başûr ve Rojava hatiye dorpêçkirin. Em bi vê yekê diêşin. Ji bo vê yekê divê helwesta xelkê Başûr ji bo Rojava û Kobanê zêdetir alîgirî û piştgirî be ji bo vegerê û avakirina Kobanê."

Muslim îşaret bi destserkirina hin alîkarî û malzemeyên ji bo jinûveavakirina Kobanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ve û got, "Desteserkirina alîkariyê û tiştên Rojava em weke cihê rexneyê dibînin. Divê ev tişt neyên kirin. Ne tenê cilên asayîşa Kobanê hatine desteserkirin. Îro gelek pêdiviyên ji bo avakirina Kobanê hatine rawestandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz dabû destekê bide avakirina Kobanê, hinek rêxistinên Hewlêrê digotin, em ê 100 heta 500 hezar dolarî rêbikin ji bo Kobanê, lê qet pere nehatine. Em nabêjin bila îleh bişînin, lê em dibêjin bila li pêşiya avakirinê jî nebin asteng. Eger hinekan alîkarî ji bo tenduristiyê yan ji şaredariyê şand bila negirin. Pêwîst bû helwêsta Hewlêrê zêdetir ligel Kobanê bûya."

 

Ji bo Sûriyeyê sîstemeke federal

Muslim li ser sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyê jî got, "Jixwe, me got, divê ji bo tevahiya Sûriyeyê sîstemek federal çêbe, sîstemek wekhev çêbe. Dema ku di navbera Kobanê û Efrînê de korîdor vebe û dawî li dorpêça wê bê, wê bandora xwe li ser tevahiya Rojava û Sûriyeyê bike. Ji bo ev yek pêk were divê her kes bikeve nava hewldanan."

Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim herî dawî got; "Xebatên me niha ji bo sîstemekî federal in, ji bo hemû pêkhateyan. Bi taybet xelkê me yê Kobanê, keç û xortên me yên Kobanê divê berê xwe bidin Kobanê. Cihê xwe di avakirina Kobanê de bigrin. Cihê xwe di van rewşên dîrokî de bigrin. Cihê xwe di parastinê de bigrin. Cara yekem e ku pêkhate û xelkên wê dikarin bajarên xwe biparêzin û bi rê ve bibin."




ABID KAR / POLA PIŞDER / SILÊMANÎ / SILÊMANÎ