Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, Endamê Konseya Eskerî ya HPG’ê Dr. Savaş Botan ê 27’ê Tîrmeha 2017’an li Şirnexê şehîd bûyî, bi bîr anî. HPG´ê got, bi saya berxwedana gerîlayan planên dewleta Tirk ên dagirkeriyê û qirrkirinê bi cih nehatine û wiha dewam kir: “Bêguman xwediyê vê berxwedanê şehîdên me yên leheng in. Li dijî êriş û operasyonên dagirkeriyê, gelek hevalên me heta kêliya dawî şer kirin û nîşanî dijmin dan ku gelê Kurd ti carî naqede û teslîm nabe. Yek ji şehîdên me yên leheng, 27’ê Tîrmeha 2017’an li qada Kato Marînos a Botanê di dema operasyonan de şehîd bû. Dijminê ku jê nehat ku ji bejahî ve bi pêş ve biçe, bi balafirên şer hewl da encamê bigire. Ji ber van êrişan endamê Konseya Eskerî ya HPG’ê, hevalê me Dr. Savaş Botan şehîd bû.” HPG´ê nasnameya fermandarê xwe wiha eşkere kir: Savaş Botan (Menafî Beyazit) ê li Amedê ji dayikbûyî. Temenekî misêwa têkoşîn HPG´ê ji bo Dr. Savaş Botan ê sala 1971’ê li navçeya Amedê Çermûgê ji dayik bûyî û sala 1993´yan tevlî nav refên gerîla bûyî got, “Hevalê me Dr. Savaş li Botanê dest bi gerîlatiyê kir û piştre li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kelareşê ma û bû xwedî tecrûbeyên mezin. Tevlî karên eskerî, îdeolojîk û civakî bû û bi fedakariyeke mezin bi erk û wezîfeya xwe rabû. Di demên herî giran ên şer de weke şervanekî şareza û fermandarekî xwedî tecrûbe tevlî gelek çalakiyan bû. Hevalê me Dr. Savaş tecrûbeya xwe ya 24 salan a gerîlatiyê timî bi hevalên xwe re parve kir û li her cihê lê ma hewl da hevalên xwe perwerde bike.” Herî dawî HPG´ê sersaxî ji malbata Dr. Savaş û gelê Kurd re xwest û soza bi serxistina têkoşîna azadiya Kurdistanê dubare kir.