
Jidayikbûn û gundê Hesarê
Seydayê nemir Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903'an de berî 110 salan li gundê Hesarê ku îro roj bi ser Êlihê ye ji dayik bûye. Berî ku Cegerxwîn ji dayik bibe Dewleta Al-î Osman ji aliyê welatên Ewropayê ve ji bo naskirina mafên kêmaran ango bazirgan û xeyrî mislîman tê tengavkirin. Gelek derdorên rewşenbîr ên ku ji rêveberiya îstîpdatê nememnûn in li hemberî padîşahên Osmanî di nav kar û barên siyasî û polîtîk de ne. Stenbol di rewşek wisa de ye ku li aliyekî bûye pîkola hepsên dewletên emperyalîst, li aliyekî kar û xebatên polîtîk ên ji bo demokratîzekirina rejîmê didomin û li aliyê din jî rewşenbîrên Kurd bi dizî xwe bi rêxistin dikin.
Dema ku Cegerxwîn dibe 5 salî ango di sala 1908’an de meşrûtiyet tê aşkerakirin û Kurd dikarin li paytex Stenbolê xwe zêdetir bi pêş bixin. Lê ev jî heta demekê ye. Ji ber ku hêdî hêdî dengê Yekem Şerê Cîhanê tê. Osmaniyên ku li Balkanan lawaz dibe dixwaze ku di şer de dîsa xwe bigihîne rojên xwe yên berê. Malbata Cegerxwîn jî di wan salan de li rojavayê Kurdistanê li Amûrê bi cih û war dibin lê belê hêj wan rojan Lozan wekî hençerekî Kurdistanê parçe nekiriye.
Koçberiya malbatê
Bav û kalên wî jî ji Seydayê Cegerxwîn re bûne çavkaniyek. Pêşyên Cegerxwîn ji jortir daketine. Li gora gotina Osman Sebrî, bapîr û dapîrên Cegerxwîn berî bi çend bavikan ji Gurdilê xwe berdane Hesarê.
Dîroka sosyolojî û zanyariya civakî ne carekê, lê belê bi caran ne bi nimûneyekê û du-sê nimûneyan, bi dehan nimûneyan û ew jî ne bi tenê ji heyam û bedêlekê, belê ji qirn û sedsalên corecor û vir de, peyitandiye ku malbatên koçber dibin, ji ax û avên xwe diqetin, ji sebebekê ji sebeban cihên xwe dugherin, ji dora xwe hinekî hesastir û nişmîtir in.
Malbatên wiha xwedî serpêhatî û zaneşitexalî ne. Bi wens û sohbetxweş in. Şevbuhêr û wextbuhêr in û di jiyana wan de peyv û gotin, behskirina jiyana xwe, çîrok û serpêhatiya xwe, cîhekî mayinde digre, berdewam qedir û buhayê xwe diparêze, pîroziya xwe ji dest nade û ev jî dibe zemîn û binaxeyeke objektîf ku ji nav malbat û qebîleyên wuha mirovên nadir û kêmpeyda; dengbêj, hunermend, çîrokbêj, şair, romanivîs û rejîsorên dengpêketî derkevin. Malbata romanivîsê navdar Yaşar Kemal ji ber şerê di nav Rûsya û Osmaniyan de, ji aliyê Wanê bar dike Edeneyê.
Êşa parçebûnê
Salên Kurdistan parçe dibe, di ser sînga Kurdistanê re sînor derbas dibin, Cegerxwîn hê feqe ye. Carna li vir û carna li dera han e. Bi giştî Seyda êdî xortekî hişyar û xwenaskirî ye.
Dibîne çi tê serê Kurdan. Bi kirêtî û mirrîtiya bindestiyê dihese. Zilma dagîrker û serdestan dibîne. Perçebûnê, encamên perçebûn bi xwe re tîne dibîne. Çawa gund û bajar dibin dudo, dibin serxet û binxet, çawa Kurd li welatê xwe qaçax, firar û biyanî dibin, gişan dibîne, dijî. Ev tev de Seyda diponijînin, dixin nav mitale û paxavan. Seyda li ser vê rewşê berî pirr kesan di temenekî ne mezin de difikire, serî û mêjiyê xwe diwestîne, kûr dibe. Di encama diyar de û rûdawên wiha xwedî bandor û şop de Cegerxwîn helbestên xwe yên ewil di salên 1923 û 1924’an de dihûne. Cegerxwînê feqe û şagirt, heta berî vê perçebûna welat mîna çûk û bilbilekî azad bû, cihê dilê wî dixwest, dera wî dieciband lê vedinişt, li ser datanî, digeriya û şîrşîra wî bû. Sînorên nav Kurdistanê ew xistin qesef û rekehekê û êdî Kurdistan ji destan çûbû, mabû li ber talan û çûrê, nehîb û wêrankirinê.
Kurdistan ji destan çûye, ax axa Seyda ye. Ji dil û kezebê dinale, hêrs û kelogirî dibe. Helbestên mîna ‘Pemboyê me ye, Belê em tazî ne’, ‘ Ka Kurdistana min ka’ dinîvisîne.
Feqiyê şareza
Faktorekî din ê ku rasterast û bênîqaştir Cegerxwîn kiriye Cegerxwîn, salên feqîtiya wî, gera li Kurdistanê, bi başî û xerabiyên wî, bi zarava û devokên wî û bi muzîk û folklora wî, naskirina gelê Kurd e. Di van salan de çavên xortê Hesarî vedibin. Ziman, zanebûn û ferhenga wî distewe. Rewşenbîr û alimên Kurd nas dike. Dibe haydarê Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî. Xebera wî ji mirovên mîna Nalî, Hecî Qadirê Koyî çêdibe û bi ihtîmaleke mezin dibe aşînayê wan. Her wuha bivê nevê, kêm ya zêde li ser rewş û pergala neteweyên cîran; neteweyên Tirk, Ereb, Faris û xelkên din yên li Kurdsitanê mîna Ermeniyan jî dibe xwedî pêzanîn.
Şêxmûs dibe Cegerxwîn
Di hindurê Seyda de pêlên qehr û tolhildanê li hev diqulubin. Di hundurê xwe de hew hiltê, erd û ezman wî tehemul nake. Mîna ku di eyarê berêz de be, kabûsek li ser sînga wî rûniştîbe, di qeydên hesinî û polayî de be, mîna tu wî di nava demûşê de bidî û bavêje nav moristanê gêrikan û bi hezaran gêrik li ser laşê wî bixijmijin, bidin lotikan, cirîd û tiradê bikin, bedena wî bidin ber hûrgezan, mîna tu wî bavêje binê zîndaneke bêbinî, reş û tarî, xwarina wî kerafî û vexwarina wî jî zilindar be... Ne şev lê şev e, ne jî roj lê roj e. Kurt û kurmancî êdî Feqe Şêxmûs bûye Cegerxwîn û xemgîn û xemxwurê welatê xwe. Ya xerab kes li meydanê ne xwiyaye. Kesekî ji vî welatî re xwedîtiyeke baş, xwedîtiyeke ji dil û can, bihêz û şarezayî bike, karibe qetabên xwe li yên neyaran bide, berê xwe bide zalim û zordaran, ne diyar e. Ne begên Kurdan serê xwe bi rewşê re dêşînin, ne alimên oldarî û ne jî dewlemend, xwedanmilk û xanedan.
Salên dawî
Seydayê Cegerxwîn ku helbestên xwe yên yekem di Kovara Celadet Bedirxanê nemir di Hawarê de diweşîne, ligel helbestkariya xwe di rûpelên Hawarê de nûçeyên ji Kurdistanê jî diweşîne. Bi vî aliyê xwe ve ew ligel helbestkariyê di heman demê de nûçegihanî ango rojnamegeriyê jî dike. Cegerxwînê ku di helbestên xwe de evîna welat wekî hêmaya sereke bi kar tîne tim dixwaze gel li hemberî dijmin hişyar bike. Cihê ku helbest wî tatmîn nake radihêje keleşê û şer dike. Cegerxwîn ji ber helbest û helwesta xwe mecbûr dimîne ku di sala H1979'an de ji Sûriyeyê bireve û biçe Swêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike. Seydayê nemir di 22’ê îlona 1984’an de serê xwe danî û çû ser heqiya xwe. Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamişlo yê hatiye vesartin.
Berhemên Cegerxwîn
Seydayê nemir di gelek warên wêje û zanyariyê de berhem dane. Li aliyekî helbest, çîrok û berhevokên folklorîk, li aliyê din dîrok û erdnîgariya Kurdistanê, rêziman û ferhengolojî. Berhemên Cegerxwînên nemir yên ku hatine çapkirin ev in; Agir û Pirûsk (Dîwana 1’em), Şam-Sûriye (1945), Cîm û Gulperî, Şam-Sûriye (1948), Sewra Azadî (Dîwana 2’yem ), Şam-Sûriye (1954), Reşoyê Darê, Şam-Sûriye (1956), Destûra Zimanê Kurd,, Bexda-Iraq (1961), Ferhenga Kurdi ,2 cîld,Bexda-Iraq (1962), Kîme Ez (Dîwana 3’yan), Beyrûd-Lubnan (1973), Salar û Mîdya, Beyrûd-Lubnan (1973), Şerefnameya menzûm, Beyrûd-Lubnan (1977), Ronak (Dîwana 4’an), Stockholm- Swed (1980), Zend-Avista (Dîwana 5’an),Stockholm- Swed (1981), Şefaq (Dîwana 6’an), Stockholm- Swed (1982), Hêvî (Dîwana 7’an), Stockholm- Swed (1983), Aştî (Dîwana 8’an), Stockholm- Swed (1985), Tarîxa Kurdistan, 3 cîld,Stockholm- Swed (1985-99), Folklora Kurdî,Stockholm- Swed (1988) û Jînenîgariya min, Stockholm- Swed (1995). Helbet ji bilî van berheman gelek berhemên wî yên ku hêj nehatine çapkirin jî hene.
NAVENDA NÛÇEYAN