Di beşa Kurdî de endamên Jûriyê Aysel Avesta, Leyla Ayaz, Azîz Ogur, M. Alî Ertaş, Omer Tur; di beşa nûçeyên Tirkî de Nadire Mater, Ertugrul Mavioglu, Fatih Polat, Berat Gunçikan, Huseyin Aykol, di beşa wêneyan de Ramazan Ozturk, Gultekin Tetîk, Îsa Çelîk, Çerkes Karadag û di beşa Karikatur de Tan Oral, Gulay Batur, Sarkis Paçaci, Halîl Încesu nuçe hilbijartin û xelat diyar kirin.
Beşa Kurdî
Nûçeya yekemin, nûçeya Abdurrahman Gok (DÎHA) a bi sernavê "Li Almanyayê bajarekî Êzîdiya: Celle" wergirt. Xelata Juriyê ya Taybet; Nûçeya Zehra Dogan û Hazal Peker (JINHA) a bi sernavê "Li Rojava welat emanetê jinên Kurd in".
Beşa Tirkî
Xelata yekemîn a Nûçeyê / Ji bo nûçeyên li ser Roboskê hatin çêkirin û bi cîhanê re parve kirin xelat dan Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA). Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) pêşî nûçeyên komkujiya Roboskiyê ku 34 welatiyên sivîl ên ji aliyê balafirên şer ên F-16 ên Tirk ve hatin qetilkirin bi cihanê re parve kiribû.
Xelata Juriyê ya Taybet / Bia-Net - Işil Cinmen
Xelata Gulbetellî Ersoz
Xelata Juriyê ya Taybet a Gurbetellî Ersoz; Li ser navê hemû rojnamegerên jin yên girtî, ji ber nûçeya Pozantiyê dan nûçegîhana Edene ya DÎHA Ozlem Aguş. Oguş bi nûçeyên li ser Pozantiyê çêkirin, taciz û tecawiza li ser zarokên Kurd pêk tên bi cîhanê re parvekiribûn. Oguş ji ber van nûçeyan niha li Girtigeha Karataşê ya Edeneyê girtî ye.
Xelata wêneyê
Xelata Wêneyan jî ji ber wêneyên li Roboskiyê komkujî kişandibûn dan nûçegîhanê DHA yê Şirnexê Emin Bal,
Xelata Yekemîn a Karîkaturê jî dan Mehmet Bogatekin ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluye û Mahmut Ulusan ku li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliye ye. Xelat dê di 20 ê Îlonê deli Salona Şano ya Navenda Çanda Ciwanana Cegerxwîn bi merasimekê bê dayîn.
ANF/AMED