Berjewendiyên netewî
Mihemed Abas destnîşankir ku divê kurd weke şandeyekî serbixwe tevlî civîna Cenevra-2 bibin, eger ev yek pêk neyê wê lîstokên Lozanê xwe dubarê bike. Abbas da zanîn ku ev jî ji bo Kurdan metirsiyekî mezine û wiha got: "Ez hêvîdarim ku Meclîsa Gel a Rojava û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi hev re tevbigerin û berjewendiyên gelê kurd têxin pêşiya berjewendiyên partiyên xwe. Da ku rista stratejîk a kurd di Rojhilata navîn de xizmeta kurd bike û bê îspatkirin ku êdî kurd nayên lîstokan."
Xwediyên pirsgirêkê ewin
Abas di axaftinên xwe de da zanîn ku Cenevre-2 girîng e, lê neher tişte û gotinên xwe wiha domand: "Ên ku aloziya Sûriyê dan avakirin û yên ku Cenevra-2 li dardixin heman hêzin ji ber vê eger civîn li gorî berjewendiyên wan nebin, wê ne tenê Cenevra-2 wê ya 3 û 4 bê li darxistin. Ya giring ew ku kurd bikaribin yekîtiya xwe biparêzin."
Xweserî wê vibe mînak
Abbas di mijara Xweseriya Demokratîk de destnîşankir ku eger li Rojava ev sîstem bi serbikeve wê jî tevahiya gelên Rojhilata Navîn re bibe mînak. Bi sîstema gelan û wê gelek pirsgirêkên di nava gelan de bê çareserkirin û wiha got: "Ev şerê tê meşandin ne şerê gelaye, şerê hêzên desthilatar ên parvekirina Rojhilata navîne. Ji ber vê hem rejîm û hem jî opozîsyon bi van hêzan re girêdayîne. Ev şer birînên kûr di nava gelan de ve kiriye û ji bo ev birîn kurtir nebe divê li her herêmek Sûriyê sîstema fedaliyet esas were girtin. Lê dema Kurd dibin mijara gotinê tê gotin ku kurd dixwazin ji Sûriyê qutbibin, mebestên me yên bi vî rengî nîne."
Li YPG xwedî derkevin
Abbas diyar kir ku di demên dawî de êrîşek siyasî li ser PYD'ê û YPG'ê heye û ev êrîş xizmeta gelê kurd nake û divê hemû partî û sazî li PYD'ê û YPG'ê xwedî derkevin. Ji ber ku ev partî û hêza lêşkerî (YPG) destkeftên gelê kurd diparêze û wiha got: "Ên ku li Rojava berjewediyên kurdan diparêze PYD'ê ji ber vê jî em weke partî bi PYD'ê re ne û em van êrîşan şermezar dikin.
ANHA/QAMIŞLO